PAKê li Amedê jenosîda enfalê û Xalid Begê Cibrî û hevalên wî bibîranî
PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) li Amedê salvegera Jenosîda Enfalê û Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg û hevalên wan bi çalakîyekê bibîranî.TeşkîlataAmedê ya PAKê roja14.04.2016ê li Amedê jibo bibîranîna Jenosîda Enfalê û darvekirina Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg û hevalên wan çalakîyek lidarxist.Çalakî li avahîyaTeşkîlata PAKê ya Amedê hate lidarxistin. Çalakî bi beşdarîya rêveber,endam û dostên PAKê jibo şehîdên Kurdistanê rêzgirtinê destpêkir û sirûda netewî ya Kurdistanê“ Ey Raqîp” hate xwendin. Piştre jî daxuyanî hate xwendin.Daxuyanî bi Kurmancî ji alîyê Serokê Teşkîlata Amedê ya PAKê Hanifi Turan ve hate xwendin. Hanifi Turan di axaftina xwe de wiha anî ziman;“Piştî 30 salên jenosîda Enfalê, li her çar perçeyên Kurdistanê komkujî, qetlîam û kuştin û wêranî hîna jî berdewam e.Lê belê, ne jenosîdên pêştir, na ya Enfalê, ne jî yên vê paşîyê lidarketine, nekarîbûye rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire. “Hanîfî Turan piştî vê axaftinê jî jibo darvekirina Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg û hevalên wan daxuyanîyeke dan. Hanifi Turan wiha berdewamkir;“Em wek Partîya Azadîya Kurdistanê li ser rêça Rêxistina Azadîyê, ji bo armanca wan a Kurdistaneke azad dimeşin.Bi vê minasebetê em Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg û hevalên wan bi giramî bibîrtînin.“Piştî daxuyanîyê jî di derbarê Rêxistina Azadî bi taybet jîyana Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg semînerek hate lidarxistin. Semîner ji alîyê lêkolîner û nivîskar Tahsin Sever ve hate pêşkeşkirin.Çalakî piştî semînerê bi awayeke berhemdar bidawî hat.Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê