Bîr anîna vê karesatê, her çend birîneka kûr û bi azar e
Hukumeta Kurdistan bi minasebeta salvegera Enfala kurda daxûyaniyek ji bo Raya Giştî belav kir. Daxûyaniya Hukumetê: 28 salan berî niha, gel û axa Kurdistanê kete ber pirosêsa ji nav birina nejadî û kawil kirinê, ji aliyê rejîma dîktatora ewdema Îraqê, ku di encam de 182 hezar welatiyên bê gunehên Kurdistanê bûne qorbanî û bi hezaran gond jî hatine wêrankirin.Bîr anîna vê karesatê, her çend birîneka kûr û bi azar e, lê bîr anênek e ji bo bîr anîna qorbanîdan û berxwedana gelê me ji bo bi dest anîna mafên xwe, ku heya niha bi xebata berdewam û qorbanîdanê karî ye hin hêvî û armancan bi dest bîne ku cihê şanazî û serweriyê ye û divê bi awayekê hêja li bîranînan bihên berçavkirin.Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdebarê hewldan ji bo vedîtin û vegerandina rufatên enfalkiriyan ji bo welatî, berdewam di xema baştirkirina jiyana kes û karên serbilindên şehîdan daye û bi berdewamî jî hewlê dide bo navdewletê kirina pirsa cinosaya enfalê.Her çend berpirsên rejîma encamderê vê tawanê hatine sizadan, lê qerebûkirina madî û manewiya kes û karên enfalan qerbûkirina jîngeh û deverên ku ber pirosêsa enfalê ketine, erkekê yasayî û moraliya hikûmeta niha ya Îraqê ye, ku mixabin heya niha erkê xwe bi cih ne anîye.Îro, bi bîranîna vê karesatê, Pêşrmegehên me yên egîd di sengerên berxwedanê dane li hember pirosêseka din in ya dujminên gel û axa me, ku ji aliyê terorîstên DAIŞê dihe encamdan.Ji ber xwîna pîroza şehîdan û qehremaniya Pêşmerge, gelê me dastaneka dîrokî li berxwedan ji bo azadî û behayên bilindên mirovatiyê tomar kiriye. Lewma yekrîzî û yekêtiya hemû aliyan û pêkhatên Kurdistanê berpirsatiya giştî ye ji bo pûç kirina pîlanên dujminan û enfalçiyan û be dest anîna hêviyên şehîdan û qorbaniyên gelê me.Silav ji bo canê pak û bê gunehên xortên enfalkiriyên gelê meSilav ji bo canê pakê hemû şehîdên Kurdistanê Encumena Wezîrên Kurdistanê