PAK êrîşa Pasûrê şermezar dike

Em êrîşa  bombeyî ya  li Pasûr a Amedê rûdaye şermezar dikin

Li gorî agahdarîyên heyî, di roja 08.04.2020an de li nêzîkî gereka Guleç a navçeya Pasûr a Amedê, di dema ku otomobîleke karkerên daristanê hildigire di rê de derbas dibe, teqînek çêbûye û di vê teqînê de 5 sivîlan jiyana xwe jidest dane.

Wek ku  partîya me di derbarê bûyerên bi rengî de gelek caran gotîye, di şerdên îroyîn de em li dijî şîdetê û li dijî tûnd û tûjîyê ne û bi taybetî jî em li dijî wê tûnd û tûjî û şîdetê ne  ku herkesekî ji xwe re dike armanc.

Jibo hemû girtîyên sîyasî,  jibo hemû kesên ku jiber nivîsên xwe û  jiber îfade kirina fikrên xwe di hefsê dene  jî bikaribin ji guhertinên Qanûna Înfazê feydê wergirin,  îro daxwazeke berfireh ji alîyê civatê ve tê ziman. Teqîn û kuştina 5 kesan di rewşeke weha de rûdide û ev  jî cîhê  balê ye.

Ji alîyê kê ve hatibe pêk anîn jî, em êrîşên bi rengî  ku sivîl jî dibin qurmanî  şermezar dikin.08.04.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nerîna min :