Nivîsar

Helwesta Nêçîrvan Barzanî dibe sedem ku serokwezîrek nû ji bo Iraqê tê destnîşankirin

Eve demek dirêje li Bexdayê hukumet nayê avakirin. Ji bo damezirandina hukumetê çend kes hatin destnîşankirin, nave hinek kesan ji bo serokwezîriyê derbas bû, lê heta wek îro kesekî nekarî hukumetê avabike. Gelek vekirî hat xûyakirin ku, heta Kurd nexwazin,Şîe jî bi sere xwe nikarin kesekî bikin serokwezîr û ew bikaribe Iraqê rêve bibe.

Her dema kesek ji bo serokwezîrîyê hate destnîşankirin, serok Barzanî vekirî dida xûyakirin ku, dive mafê Kurdistanê berbiçav bêne girtin, herweha da xûyakirin ku, eger hukumetek ava bibe û guh nedê mafên Kurdistanê PDK di vê hukumetê de cih nagire û dê ew hukumet tenê hukumeta Bexdayê be.

Bê guman her dema nave kesekî ji bo serokwezîriyê derbas dibe, pêwendî li gel aliyên Kurd jî tê danîn. Ji ber ku gruba Kurda di parlementoyê de xwedî hêzekiye.

Herî  dawî Ednan Zurfî ji bo damezirandina hukumeta nu hatibû destnîşankirin, lê Kurda bi germî pêşwazîya Zurfî nekirin û di vê derbarê de dîtinên xwe vekirî dan xûyakirin. Herî dawî piştî gelek dayînstandina li gel aliyên Iraqî û Kurdistanî, serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê damezirandina hukumeta iraqê de daxûyaniyek ragihand.

Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê di daxûyaniya xwe de dibêje:

 Ev rewşa sext û dijwara welatê me yê ezîz têda derbas dibe, ji me hemûyan dixwaze nakokiyên xwe deynîn aliyek, her çi zûtire li ser mekanîzmeke ji bo pêkanîna Hikûmeta Federalî li gor destûr û li ser bingeha pêkhatin û sazanekî rastîn rêkbikevîn ku aramî û şiyana hikûmetê li bi cîhkirina erkên xwe da mîsoger bike. Girîngtirîn erk jî li vê qonaxê da, rûbirûbûna wan metirsî û qeyranane ku rastî Iraqê bûne.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê li nêrîna baweriya bi aramiya siyasî û emnî ya Iraqê û amadeye ji bo karê ciddî bike. Bi wê navê da jî pêkanîna hikûmeta nû bi piştevaniya hemû aliyên niştimanî gelek bi pêwîst dizane. Li vê çarçoveyê de pêşwaziyê li kandîdkirina birêz Mistefa Kazimî ya ji bo posta Serok Wezîrê Hikûmeta Federalî dikîn ku ji aliyê hêzên siyasiyên pêkhata Şîe ve hatiye destnîşankirin. Daxwaz ji hemû aliyek jî dikîn piştevaniyê bikin heta bi zûtirîn dem erkên pêkanîna hikûmetê temam bike.

Xwedayê mezin piştevanê me bê.

Nêçîrvan Barzanî

Piştî daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo piştevaniya Mistefa Kazimî, hinek çavkaniyên taybet dibêjin ku, dê Ednan Zurfî xwe vekişêne û serokkomar erka damezirandina hukumeta nû radestî Mistefa Kazimî bike. Bi pişgiriya Kurda jî Kazimî hukumeta nû avadike.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji aliyekî navmala Kurd didê hev û li himber Bexdayê yekdengiyekî peyda dike û ji aliyek din mercên xwe li ser Iraqê û hukumeta nû bê avakirin ferz dike. Bi vê helwesta Nêçîrvan Barzanî hem Iraq dibe xwediyê huklumetekî û bê istikrariya Iraqê bi awayekî dawî tê û hem jî pêwendiyên dirust û yasayî li gel herêma Kurdistanê pêktên . Kurd bi vî awayî mafên xwe yên qanûnî têxin di bin demanekî de.

Nûçe/Analîz

Back to top button