CivakRojev

PAK: Em Komkujîya Li Hewlerê ya 1ê Sibata 2004an Rûreş Dikin

Di 1ê Sibata 2004an de li Hewlêrê di dema pîrozbahiya cejnê de ji aliyê Ensar El Îslamê ve êrîş pêk hat û di encama êrîşê de ji zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan û 200 kesên ji wan jî brîndar bûbûn.

Roja 1ê Sibatê li Hewlêrê di encama êrîşên li ser avahiyên PDK û YNKê de berpirsên bilind yên her du partîyan jiyana xwe ji dest dan û brîndar bûbûn. 

Êrîş di dema pîrozbahiyên cejnê de hatîbû kirin û di naw kesên şehîd ketine de endamên Polîtburoya PDKyê Samî Abdurrahman û Seîd Abdullah, Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Şevket Şêx Yezdîn, Parêzerê Hewlêrê Ekrem Mantiq û alîkarî wî û di heman demê de Serokê Yekitiye Nivîskarên Kurdistan yê şaxa Hewlêrê Mehdî Xoşnaw, Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Ehmed Rojbeyan, Gerînendeyê Polîsên Hewlêrê Amîd Nerîman û Berpirsê YNK yê Hewlêrê Şaxewan Abbad û gelek berpirsên YNKê jiyana xwe ji dest dabûn.

Em di 17emîn salvegera komkujîya 1ê Sibatê de, qatil û piştgirên vê komkujîyê rûreş dikin, şehîdên vê êrîşê û hemû şehîdên Kurdistanê bigiramî bibîr tînin.

01.02.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button