Özgür-Der li navê Kudistanê xwedî derket

Özgür-Der pişgiriya xwe ji bo Komeleya Ciwanên Kurdistanê ragihand û biryara Wezereta Navxwe   çermezar kir

Serokê  Özgür-Derê yê şaxa Diyarbekirê  Murat Koç di derbarê biryara wezareta navxwe ya Tirkiye, pişgiriya xwe ji bû Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê da diyarkirin.

Özgür-Der li navê Kurdistanê jî xwedî derket.

Di daxuyaniya ku hatî belavkirin de Özgür-Der dibêje: Li Diyarbekir Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê hate avakirin. Bi awayek yasayî serî li cihê pêwist dan. Lê wezereta navxwe bi rêya waliyê Diyarbekir ji berpirsên Komeleyê daxwaz kir ku ew navê Kurdistanê rakin. Wezereta Navxwe îdia dike ku navê Kurdistanê nabe yasayî li dijê qanûna bingehîne.

Özgür-Der di vê derbarê de dide xuyakirin ku, di vê pêvajoya ku behsa aşitiyê tê kirn, nabê wezereta navxwe biryarek bi vê awayî bide. Ji ber ku biryara wezereta navxwe ne yasayiye.

Navê Kurdistanê navek qedîme.

Herweha Özgür-Der bangî wezereta navxwe dike ku, bila rojek zûtir ji vê biryara xwe şûnde bigre û pêvajoya aşitiyê bi van biryarên ne yasayî têknedin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de serokê Özgür-Derê yê şaxê Diyarbekirê dibêje: Xwedê ev qewmê hanê xuliqandiye û li ser axa xwene. Em vê zêhniyeta ku navê Kurdistanê qebûl nake zihniyetek kevneperest dinirxînin û şermezar dikin. Em bangî wezereta navxwe dikin ku, divê di cihde ji dev vê siyaseta xwe ya inkarê berdê û ev biryara dijê pêvajoyê aşitiyê ji holê rake.

Nerîna min :