Polîtîk
Terora PYDê li dijê Rûdawê berdewam e
Tîma Rûdawê li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve hat girtin. Tora Medya ya Rûdawê jî silametiya tîma xwe dixe stûyê PYDê.
Tîma Rûdawê ku ji peyamnêr Ferhad Hemo û kameraman Mesûd Eqîlî pêk dihat, li bajarê Amûdê di dema encamdana erkên xwe yên rojnamevanî de ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve hat girtin.
Li hember vê yekê, rêveberiya Tora Medya ya Rûdawê di daxuyaniyekê de dilgiraniya xwe li hember girtina tîma xwe nîşan da û ragihand, silametiya peyamnêr û kameramanê Rûdawê di stûyê PYDê de ye.