Civak

Kongreya Neteweyî û Çend Péşnîyar

                                                      
76 salî me. Weka Rûsipîyek mafé min heye ku çend péşnîrén xwe teqdîmé Kongreya Pîroz bikim. 48 sal beré li Bajaré Diyarbekir, li Koşka Gazî, li biné dareka Çinaré, min bi Seid Elçî, Şerefeddin Elçi, Emer Turhan û Derwéş Akgül’ra sond xwar û PDKT damezirand. Min Faîq Bucaq da sondé û di biné Serokayetiya Cenabé wî da em bûne 6 kesén damezranér. 

Li gora dîtina min ku Xwuda hez bike ev Cıvîna Pîroz bicivé û siyasetvanén me, péşkéş û serokén me projeyeke mişterek danine péşiya xwe, wé hemû Kurd bi vé gava pîroz û péwîst serfiraz û şehnaz û bermiraz bibin.

Sala 1968’é, ji vir péşiya 45 sal beré, li Mehkema Cezayé Giran a Bajaré Antalya yé, li ser tifaqa Kurdén herçar perçeyén Kurdistana bindest, min ji dewleta Tirkan ra;  vana gotibû:

“-  Îroroj; li herçar perçeyén Kurdistané pirsa mafé Kurdan lévîya çareserîyé ye. Li her perçeyek milleté Kurd, ji bona mafén insanî û demokratik micadele dikin. Daxaz û nîyeteke ku Lîderén van rébazan bixwezin Kurdén Tirkîyayé îlhaké beşa xwe bikin nîn e. Eger daxazeke waha di péşeroje da çébe, ew daxaz mafé perçeyé mezin Kurdistana Tirkîyé ye. Ew maf mafé me ye.  Ji ber ku em bi erd û ax û nifusa xwe perçeyé heré mezinin û kesî me bi we ra nezeliqandî ye. Em ji beré va bi hevra bûn e. Lé, bé daxaz û îrada van perçeyén din, İngiliz û Fransızan bi daré zoré wana ji Kurdistana Tirkîyeyé qetandine û bi Ereban va zeliqandin e.

… – armanca herekata Kurdén İraqé – … Otonomî ye, ne serxwebûn e. Ev hereketa Kurd, bi diktatorén faşist û nijadperestén İraqé ra şeré azadîyé dik e. Hinga meşrüiyeta micadela Mistefa Kemal ku şeré azadî û serxwebûna Tirkiyayé  kir;  hereketa rébaza azadi ya Mela Mistefa Berzanî jî bi kémanî hevçend rewadare û mafdar e. ( TKDP 1968/235 Antalya Davası Savunması- Pêrî yy. Şakir Epözdemir S. 40 – 41 )

Ji ber vé yeké û ji ber kalemériya min. Ji ber ku rûsipîyeke Kurdim û ne girédayîyé tû réxistina me, ezé çend daxazan ji Dîwana Bilind, Kongra Millî, Partîyén azadîxaz û we şorişgerén Kurdistanî bikim. Hîvîarim ku huné van daxazén min weka Péşnîyaran bipejirî nin.

Dixwazim bibéjim ku Tirk û Ereb û Faris bé dilé me, bé daxaz û îrada me, bé ku raya me standibin, bi daré zoré û bi hikmé kotekî me bindest kirin e. Hikmé kotekî ne hikmeke rewadar û hiqûqî ye. Divé em vana ji efendîyén xwe ra bibéjin. Divé millet bi îrada xwe hakimîyeta serdestan bipejirînin ku ev yek jî şirîkayetîyeke bi îrade û daxaza herdû alan té holé. Zeman ne ew zemane ku em rastîyén xwe nebéjin. Bé tirs û bé pakî, bi zimaneke dîplomatîk em tené rastîyan bînine ziman ev yek besî me ye. Divé em navé Kurdistané û navé mileté Kurd hîç veneşérin.

Tirk dibéjin “- Bila em giş Tirkiyeyî bin, em navén netewan neynine ziman.” Ev hîle ye, dafik e. Wan bi inkaré nekarîn me tune bikin, niha emé nebéjin Kurd û Kurdistan û emé bibine Tirkiyayî. Ev tişt li ser ruyé dinyayé héşîn nebu ye û héşîn nabî. Bila Tirk jî xwe ifade bikin û bila Kurd jî xwe îfade bikin û én din jî. Aştî û aramî li ser xîmé hîlebaziyan nayéne avakirin.

Péşnîyarén Min:

1- Lîder û péşkéşén me divé li ser stratejiya millî yekréz bibin. Xwe û partîyén xwe li ser hev mazin nekin. Gava ew Serokayetî yekrézbin, mileté Kurd zû da yekréz û yekraman û yekarmanc e. Mileté Kurd yeke, lîderén Kurd mixabin ku ne yekin. Ez dibéjim berjewendîyén partîyén xwe bidine alek, ev roj roja berjewendiya millî ye.

2- Pirsa Kurd bi tifaqa 50 heb partî û çend komelgahan xurt û hézdar bibe jî; ev yek téra baré Kurdistané nak e. Ev bar, bareke zor gran e. Divé Kurd dev ji mejîyé gundîtîyé berdin û weka milleteké qedîm û medenî li xwe û giranîya Kurdistana xwe méze bikin.  Ji ber vé yeké, lazime bajarvani û bezirgan neyéne ihmalkirin. Divé hun bajarîyén qedîm navéne pişt guhén xwe. Bi taybet li Kurdistana bakûr ev yeka ha zor giring e. Bi bajarîyan ra şirîkayetiyan li darxin. Di şaredarî û hemû réxistinan da bajariyan hilgirine nava refén xwe. Midetek wan bidine péş heya ku hun jî dibin bajarî. Bila bajarî bi hereketa Kurd bawer bin û qîma xwe bi rébaza azadîxaza Kurd û Kurdistané bînin. Ev yeka ha wé baré we sifik bik e. Wé azadiya me nézîk bik e. Wé emé ji kirasé gundîtîyé derkevin bibine şaristanî.

3-Bi Tarîqet, cemaet û hemû réxistinén Kurdistané ra divé tékilîyén dirist û dostane béne girédan. Divé ji hemû baweriyan ra û şexsîyetén qedirbilind ra réz béte girtin. Di van Kongreyén pîroz da divé ew kesayetî jî béne xwendin. Divé ku her Kurdek bizané payé wî di vé gava pîroz da hey e.

4- Ew kesayetîyén di dervayé partîyén Kurdan da ku di waré siyaset û komelî da xwe bi Kurdan dane pejirandin û ne di dijén Kurdan da nin, divé partîyén Kurdan cih bidine wan kesayetiyan; ji bo ku bingeha partîyén biyanî li Kurdistana Bakûr teng bibe û xwe ji welaté me bikişî nin. Kurd li ser axa xwe hikimran bibin. Bila ré ji hemû Kurdan ra vebî ku siyaset bikin û ew jî bibine şirîké statuya xwe bi xwe.

5-Divé Kurd bizanin ka di waré olî da Elewî, Êzdî; di waré ziman da ferqa navbera Lehçeyan û daxaz û tedbîrén vé pirsé,  di waré eqeliyatén navxwe da Kurdistanî kî ne, welatî kî ne béne tesbîtkirin û hizra hindek daxazén ku bibe sebebé ixtilafén mezin béte kirin. Herkes ji ber xwe va mileté Kurd nexin biné barén giran. Baré me besî me ye. Di delavé eqeliyatan da Kurdistana Başûr modeleke demokrat û mafşînas e. Ez bawerim ku emé mafén tû kesî inkar nekin û di waré aştî, aramû û demokrasîyé da emé ne kémî welatén Ewropî bin.

6-Her miletek senbol û işaret û nîşanén xwe yén taybet û mişterek û millî henin. Ku ez bim, şirûda niştimanî, aleya Kurdistanî, seroké netewî û wetanî divé béte kifşkirin ku kes nebéje Kurd bé ser û berin. Em 4 federasyon bin, 4 dewletén cuda bin, çi dibin bila bin, divé reng û dengén me li hev bilivin. Şehîdén me, egîdén me, mileté Kurd vé yeké  ji we dixwazin.

7-Divé Kongreya Neteweyî péşiya her tiştî hewl bide ka çewa dikarin bi proje û programeke şaristanî, bi diplomasiyeke xurt Kurdistana Rojava çareser bikin, bé ku neyartî bikeve neqeba Kurd û Ereban. Ev yek ji bo Kurdan imtîhaneke heré giring û manîdar e.

8- Bivénevé lazime hun li hev werin. Çavén hemû Kurdan li we ye, çavé dinyayé li we ye, çavé şehîdén Kurdistané li we ye. Roj roja yekîtîyé ye. Roj roja me ye. Roj roja azadî û rizgariya Kurdistané ye.

Serkeftiné dixwazim, rehmeté ji hemû şehîdén ezîz ra daxaz dikim, hîvîdarim ku ev Kongre péşiya Kurdan veke û her çar perçeyén Kurdistané bighéjîné qonaxa azadî  û serfirazî yé. 20.08.2013


   Şakir Epözdemir

  Lékolinér – Nivîskar

Back to top button