Kêşana vê helbestê û ya Strana Evdalê Zenikê yek e
Çewa ku tê zanîn, Mihrîcana Evdalê Zeynikê ya Navnetewî li bajarê Agiriyê sê roj domandiye (16, 17 û 18ê Agustî 2013).
Roja pêşî hevdîtin û hevnasîna mêvanan xwe bi xwe û hevdîtina wan bi xelkê herêmê re çêbûye. Roja duyem, Mihrîcan li bajarê Agiriyê domandiye. Roja sêyem jî, li bajarê Patnosê bi dawî bûye.
Ev e axaftina nivîskarê me Zeynelabidin Zinar di roja duyem de li bajarê Agiriyê:
TÊKILIYA HELBESTA KLASÎK Û STRANA FOLKLORÎ
Bi navê Xwedayê dilovan…
Silav û rêz…
Pîrozbahî bo komele û dezgehên amadekar…
Çendî ku axaftin li ser jiyana dengbêjê navdar Evdalê Zeynikê pir hatine kirin û wê bêtin kirin jî, lê ez ê hin agahdarî li ser têkiliya Helbesta Klasîk û Strana Folklorî pêşkêşê cenabê we bikim.
Lê dîsa jî ger ez bi kurtî danasîna Evdalê Zeynikê bikim, wê sûdmendiyek tê de hebe:
Eger bi kurtî bibêjim:
Evdalê Zeynikê di sala 1800î de li gundê Cemalvêrdiya girêdayê bi navçeya Dutaxê ve hatiye dinyayê û di 1913an de jî çûye ber dilovaniya Xwedê.
(Gora wî jî niha li gundê Mele Hesenê ye. Hinek jî dibêjin ku gora wî li Gomika Qoçelê ye.)
Evdêlê Zeynikê kurê Mistefayê kurê Hesenê Silêman e û ji eşîra Memanî bavikê Bazûkanê ye.
Hin çavkanî dibêjin: Evdalê Zeynikê 110 sal, hinek dibêjin 113 sal û hinek jî dibêjin 115 sal li dinyayê jiyaye.
Evdalê Zeynikê hêj sêsalî bû, bavê wî çûye ber dilovaniya Xwedê û diya wî Zeynê, ew xwedî kiriye. Ji ber hindê ye ku Evdal bi navê diya xwe hatiye naskirin (Evdalê Zeynikê).
Evdalê Zeynikê çendî ku xwe wek bavê Temo daye naskirin jî, lê belê Temo ne kurê wî yê rastîn bûye.
Wî Temo di pêçekê de, li keviya riyekê dîtiye û ew biriye, ji xwe re xwedî kiriye, herwekî kurê wî yê rastîn be jî, navê xwe pê hildaye.
(Li gor hin çavkaniyan, Evdalê Zeynikê di kalîtiya xwe de kor bûye. Lê bizişkekî Îranê dema ew derman kiriye, ruhniya çavên wî bi şûnde hatiye.)
Evdalê Zeynikê denbêjê Surmeli Mihemed Paşayê (Elajgirî) neviyê İshak Paşa bûye û beşdarî di Şerê Xozanê de jî kiriye.
(1865, Turkmanên Xozanê dema serhildan li pêşber Osmaniyan kirine, Osmanî alîkariya leşkerî ji Surmelî Mihemed Paşa xwestine. Paşayê Kurd ew serhildan vemirandiye. Evdalê Zeynikê jî pê re çûye şer)
Eger ez vegerin ser naveroka babetê, dikarim weha bibêjim:
Bêguman rewşenbîrên Vêjeya Klasîk ên piraniya miletan, helbesta xwe ya klasîk jî, li ser bingeha stiranên folklora xwe afirandine.
Ev yek ji bo rewşenbîrên Kurd jî her wisan çêbûye.
Ev e 30 sal in ku xebata min bi awayekî rêkûpêk li ser Çanda Kurdî, xasma jî vêjeya klasîk û Folklora Kurdî didome.
Heta niha 116 pirtûk, bi navê min hatine weşandin. Tenê yek ji wan bi tirkî ye, yên dî tev bi kurdîya kurmancî ne.
Di encama lêkolîna min a li Folklora Kurdî de, 1.710 perçe folklor derketine holê. i navê de 340 Stranên Folklorî hene.
Min heta niha li dora 30 pirtûkî, berhemên klasîk jî veguhaztine tîpên latênî û dane çapkirin.
Guhdarên Hêja!
Pêşî dixwazin bêjin ku bijeya klasîk bi wateya xwe ya ferhengî, ji tiştên kevn re tê gotin.
Lê belê di warê vêjeyî de peyva klasîk, ji bo wê nivîsê tê gotin ku bi pîvan û kêşan, bi nikl, bi kitejmar û bi qafiye hatiye honandin.
Îcar em ji nivîsên weha re bi kurdî dibêjin HELBEST.
Çendî ku em niha dibînin Stirana Folklorî ya Kurdî bi kêş û nikl û qafiye ye jî, lê ew tenê di xalekê de ji Helbesta Klasîk cuda bûye. Ew jî nebûna kitejmariyê ye. Ango kêşa wê serbest e.
Bêguman ev yek eşkere ye ku Strana Folklorî, berî helbesta klasîk a kurdî hatiye afirandin.
Li gor hin rîwayetan, Strana Folklorî ya Kurdî, 5 hezar sal berê derketiye holê.
Ji vê zêdetir, em dibînin ku gelek peyvên kurdî, wuşe, biwêj, term, gotinên Pêşiyan, xweşbêj, şîret û nesîhet û gwd. hene ku di nêv zimanê welatên cîranên Kurdistanê de û di nêv yê hin welatên din ên bipêşketî de jî cihê xwe girtine. Lewra mirov pir bi hêsanî şopa van tiştan bi çavên xwe dibîne û hin tişt hene jî ku pir eşkere têne zanîn ku ew kurdî ne û malê Kurdan in.
Ev tiştên wisa li gor baweriya min, di sê deman de belav bûne:
1) Dema Împeretoriya MEDan.
2) Dema Skenderê Mezin ku hatiye Rojhilata Navîn.
3) Dema Siltan Silhedînê Kurdî (el Eyûbî).
(Mînak: Agirê 23-24ê Hezîranê)
Divê lêkolîn li van tişûtan bêtin kirin û zelal bibe.
HEVPARIY STRANA FOLKLORÎ Û HELBESTA KLASÎK:
Çend xalên hevpar di navbera Strana Folklorî û Helbesta Klasîd de, ev in li jêrê:
1)
Di Strana Folklorî de çi rasterast û çi jî sergirtî be, behsa Gotinên Pêşiyan, behsa Îdyom û Biwêjên Kurdî pir hatiye kirin. Eynî tişt di Helbesta Klasîk de jî hatine gotin.
Mesela di vê helbesta çarîne ya li jêrê de, 4 gotinên Pêşiyan bi awayekî nîvsergirtî hene. Helbest ev e:
Lewleb û dunya bi dor in
Geh li jêr in geh li jor in
Me û te nobet bi dor in
Ta zemanê firsetê (r.308)
Div ê helbesta Feqiyê Teyran de, 4 Gotinên Pêşiyan hene:
a) Dinya çerx û dewran e, geh xweş e gahî tofan e.
b) Bilind firî nizm daket.
c) Dinya dem e, geh petêx e gahî lem e.
d) Gava fersend har, ji dest bermede.
(Melayê Cizîrî jî weha gotiye
Talih ku bêt û firset, muhlet li nik heram e)
2)
Di Strana Folklorî de peyvên dubare bi uslûba ferhengê hatine gotin. Eynî tişt di Helbesta Klasîk de jî hatine bikaranîn.
3)
Di Strana Folklorî de rûdanên mêjûyî hene, eynî rûdan di Helbesta Klasîk de jî hatine bikaranîn.
(Jixwe çavkaniya herî dewlemend a mêjûyî ji bo Kurdan, Strana Folklorî ye)
4)
Di Strana Folklorî de vêjeyeke rêzimanî a pir dewlemend heye, eynî dewlemendî di Helbesta Klasîk de jî heye.
5)
Di Strana Folklorî de behsa nasname û nijadê hatiye kirin, eynî behs cihê xwe di Helbesta Klasîk de jî vegirtiye.
6)
Di Strana Folklorî de behsa camêrî û mîvanperweriya Kurdan pir hatiye kirin, eynî behs di Helbesta Klasîk de jî hatiye gotin.
(Mînak: Gorbihişt Şêx Mihemed Can Axtepî di berhema xwe ya bi nave Leyl û Mecnûnê de, behsa nandayîn û qehweya Kurdan bi awayekî wisan kiriye ku eynî berg di çîrokên Folklora Kurdî de hatine gotin.)
7)
Gelek destanên Kurdî hene ku behsa wan tenê wek stran, hatine gotin. Eynî serpêhatî di Helbesta Klasîk de jî hatine gotin.
Destanên ku niha wek stran li ba min hene, wek jimara 24-25 in.
(Lê belê destana Siyabend û Xecê û ya Hemdîn û Şemdîn wek nesir hatine nivîsandin)
Li jorê hatiye gotin ku Helbesta Klasîk, bi pîvan û kêşan, bi nikl, bi kitejmar û bi qafiye hatiye honandin.
Lê Stirana Folklorî ya Kurdî, çendî ku bi kêş û nikl û qafiye ye, lê belê îro kitejmarîya wê tune, yan jî pir kêm bûye.
Îcar min bi lêkolîna xwe derxistiye holê ku Stirana Kurdî jî, di serê pêşî de eynî wek rewşa Helbesta Klasîk, bi kitejmar bûye.
Lê di pêvajoya demê de, yanî bi pêçûna sedsalan, ya hezarsalan, ev taybetmendî wenda bûye û Strana Folklorî ketiye rewşeke serbest.
Ev hawe jî, ji ber çend sedeman çêbûye:
YEK:
Dengbêjên Kurd, ji bo ku hunera xwe ya xurt nîşan bidin, bi hevûdu re diketin rikberiyê. Ji ber hindê, her yek ji wan dibû rêçikeke taybet û stranên xwe berfirehtir dikirin.
Îcar piştre, hin dengbêj derdiketin hole ku xwe şagirdê van dengbêjên berê didane nîşanadan. Ha wisan şagird bi dehan derdiketin qada stranbêjiyê û ew tewr bi sedê salan didomand. Bi wê yekê, di pêvajoyê de, kêm û kasî pir diketin nêv Stirana Folklorî ya Kurdî.
Ji ber hindê Strana Folklorî kitejmariya xwe wenda kiriye.
DIDO:
Strana Folklorî, ji ber ku navê “Folklor”ê li serê ye, bûye malê milet û her kes xwe xwediyê wê dibîne.
Ev rastî jî li hole ye ku Strana Folklora Kurdî, pir kêm hatiye nivîsandin. Bêguman tiştê ku nehatibe nivîsandin jî, ew di pêvajoya sedê salan de, gelek tişt ji xwe wenda dike, kêm û zêdeyî jî pir tê de çêdibe. Ji ber hindê, kitejmariya Strana Folklorî daketiye.
SISÊ:
Ji xwe ev Sedsala Bîstî, wek “Sedsala Reş” di ser Çanda Kurdî re bihurîye û wehşeta Kemalîzmê jî ji 1925an bigir hetanî 2004-5an, hemû heyînên Kurdan ên pîroz qedexe kiribû û ji hole rakiribû. Ev yek jî tînene pir xirab hem li Stirana Fokllorî kiriye û hem jî li ziman û Çanda Kurdî kiriye.
JI ber vê yekê jî, Strana Folklorî pir tiştên xwe yên girîng wenda kiriye.
Wek mînak: Malikek ji straneke Evdalê Zeynikê ku li gor “Erûza Kurdî” bi kêş û qafiye û kitejmar hatiye honandin ev e li jêrê:
Mînanî gakî bêweris û bêcil – 11
Mînanî kirasekî qol î bêmil – 11
Mînanî xasbaxçakî bê ….(kem) û gul – 11
Mînanî dara bê şalûl û bilbil -11
Hemû taybetmendiyên di Helbesta Klasîk de ku li gor kêşa Erûzê hatine honandin, di vê strana Evdalê Zeynikê de jî hene.
Yanî ev malika stranê bi pîvan û kêşan, bi nikl û bi qafiye ye. Jimara kiteyên wê jî, 11 ye.
Îcar min çend nimûne ji Helbesta Klasîk jî, yên durêzî, wek nimûne wergirtine û bi vê strana Evdalê Zeynikê re rûqal kirine.
Bi wî hawayî diyar dibe ku pîvan û kêşan, nikl, kitejmar û qafiyeya vê strana Evdalê Zeynikê, deqedeq weke van helbestên klasîk ên li jêrê hatine honandin çêbûye.
MÎNAK YEK: Gorbihişt Ehmedê Xanî weha gotiye:
Min dî neqşek ji neqşê neqşebendan – 11
Vekir qeydek di min yek yek ji bendan – 11
Pîvan û kêşan û nikl û kitejmar û qafiyeya strana Evdalê Zeynikê, weke ya vê helbesta Xaniyê nemir çêbûye.
MÎNAK DIDO: Pertew Begê Hekarî weha gotiye:
Me dil bû agir û nîran e dîsa – 11
Ceger jê taze min buryan e dîsa- 11
Kêşana vê helbestê û ya strana Evdalê Zenikê, her bi eynî tentêlê çêbûye.
MÎNAK SISÊ: Şêx Evdirehmanê Axtepî weha gotiye:
Bizanin ku şair ji Kurdan hene – 11
Ji uşşaqê Tirk û Ecem zêde ne – 11
Çendî ku Şêxê Axtepî û Evdalê Zeynikê hevjî bûne jî, Kêşana vê helbestê jî, bi 11 kiteyan e û strana Evdalê Zenikê jî weke vê hatiye honandin.
MÎNAK ÇAR: Mele Eliyê Findikî weha gotiye:
Ne wek van sofiyê dinyaperest bin – 11
Li şeyxê xwe dikin naz û delalî: – 11
Kêşana vê helbestê û ya Strana Evdalê Zenikê wke hev e.
MÎNAK PÊNC: Feqe Reşîd Hekarî weha gotiye:
Wan ji xelqê ra digotin pur xeber- 11
Lew ke îro bûne riswa serteser – 11
RÊZDARÊN HÊJA!
Berî ku ez bigîjim dawiya axaftina xwe, ez ê îro gotineke mêjûyî li pêşberê we eşkere bikim.
Hêvîdar im, hûn rind bala xwe bidinê, xasma jî nivîskar, helbestvan, lêkolîner, kurdolog, rojhilatnas û pisaporên Zimanê Kurdî zêdeti lê bisêwirin.
Ew gotina min jî ev e:
Heta niha dihate gotin ku “Helbesta Kurdî ya klasîk, li gor Erûza Farisî hatiye terxankirin.” Lê belê bi van mînakên ku min li jorê dan, diyar dibe ku ev gotin vajiyê rastiyê ye.
Ji ber hindê ez bi van belgeyan xwe piştrast dikim û dibêjim ku
“Helbesta Kurdî, li gor ERÛZA KURDî hatiye honandin.”
Yanî çewa ku Erûza Erebî û Erûza Farisî heye, her wisa Erûza Kurdî jî heye.
Spas ji bo ku min 15-20 deqe zemanê we girt.
Her şad û bextewer bin…
Mixabin nivîsa axaftina Zeynelabidin Zinar di roja sêyem de ya li bajarê Patnosê bi destên me neket.
Rojeva Kurd/ Agirî