Hevpeyvîn

Ozçelîk: Ez hêvîdar im ku PKK ji çiyayan dakeve

Balyozê Tirkiyê li Îraqê Murad Ozçelîk di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê behsa peywendiyên Tirkiye û herêma Kurdistanê yên piştî serdana Erdogan dike û dibêje: “Giringî û taybetmendiya serdanê hebû.” Ozçelîk derbarê pirsa kurd li Tirkiyê dibêje ji niha û vir de wê di çarçoveya proseya vekirina demokratîk de hemû mafên kurdan bên dayîn, herwiha dibêje: “ez hêvîdar im ku PKK ji çiyayan dakeve.“

Pirs: Hatina Erdogan bo herêma Kurdistanê çi peyameke xwe heye?

Murad Ozçelîk: Taybetmendiya serdana Erdogan bo Hewlêrê hebû. Ji vir û şûnde wê peywendiyên navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê gelekî bi hêz bin û wê bighîjin  astekî pir bilind. Vekirina qonsolxane, bankên tirkî û hêla asmanî ya Turkish Airlines, baştirîn mînak in ku em bêjin peywendiyên me yên bihêz ligel herêma Kurdistanê hene û em kar ji bo wê yekê dikin ku hêjî bihêztir bikin.

Pirs: Erdogan çawa biryar girt ku serdana herêma Kurdistanê bike?

Murad Ozçelîk: Herêma Kurdistanê girîngiya xwe heye. Bi rastî serdana serokwezîrê Tirkiyê, dîrokî bû, hem ji bo vê hêrêmê û hem ji bo Tirkiyê, ji ber ku ev yekemîn serokwezîr e li ser astê hemû dinyayê û li ser astê Tirkiyê ku bi fermî serdana herêma Kurdistanê bike.

Pirs: Prosesa vebûna demokratîk li Tirkiyê di çi qonax de ye?

Murad Ozçelîk: Niha em nikarin bi eşkereyî behsa hin tiştan bikin, lê ji niha û şûn de di çarçoveyê prosesa vebûna demokratîk de wê hemû mafên kurdan bên dayîn, eger daxwaziyên hin kes û aliyan hene, bila bi şêwe û rêyên siyasî be, em weke hikûmeta Tirkiyê û serokê herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî jî li ser wê prosesê yekdeng in.

Pirs: Niha çi daxwaziyên Tirkiyê ji PKK‘ê hene?

Murad Ozçelîk: Derbarê pirsa PKK‘ê em hêvîdar in ku ew biryarekê bidin û daxwaziyên xwe bi çekan nekin. Ji çiyan dakevin û li ser erdê daxwaziyên xwe bikin û bên nava meydana karê siyasî, ji ber ku dema şerê çekdarî nemaye, birêz Erdogan jî got divê xelk li ser erdê mafên xwe bidest bixin, lê ne li çiyayan.

Back to top button