Polîtîk

Konferensa dixtorên kurd li Hanoverê

Konferensa dixtorên kurd

  Hannover/ 9.04.2011

Di roja roxandina rêjîma Sedam Husên de, di 9.04.2011ê de, dixtorên kurd li Almaniya konferensa xwe ya 31an li bajarê Hannoverê li dar xistin.

Di vê konferensê de hijmareke mezin, ji dixtorên kurd ji deverên cuda ji Almaniya hatibûn. Dixtorên kurd ji derveyî Almaniya jî, ji welatên Europa, mîna Swêd, Ingiltera û ji bakûrê Kurdistanê Dr. Şemesdîn Koç, serokê hicra bijîjkan li Amedê û rêveberê tendurustiyê yê parêzgeha Duhokê Dr. Abdelah Seîd jî amade bûn. Ji bilî wan, rêvebira hicra dixtorên wîlayeta Nîedersachsen û seroka şaredariya bajarê Hannover xanim Ingrid Lange jî beşdariyî vekirina konferensê bû û peyva bixêrhatinê ya bajarê Hannover pêşkêşî beşdaran kir û hêviya serketinê bo konferensî xwest û soz da  ku, piştî wêneyên ciwan yên siruşta Kurdistanê dîtî, ku ew seredana Kurdistanê biket. Her wisa jî, behsê girêdanekê di navbera bajarê Hannover, Amedê kir û amanc bi hindê kir, ku Duhokê jî di gel Hannover çend pêngav avêtine.

Di vekirina konferensê de ku, li bajarê Hannover, li xwaringeha perlemana Niedersachsen, li dar ket, Prof. Dr. H. Bektaş roja konferensê bixarhatina hemî mêvanan kir. Di pey re Dr. R. Fakî, serokê komela bijîjkên kurd li Almaniya axaftina vekirina konferens da.

Dr. Abdullah Said, rêvebirê tendurustiya parêzgeha Duhokê axaftinek kir û di axaftina xwe de, spasiya komela dixtorên kurd li Almaniya bo vê vexwendinê kir û hêvî kir ku, têkilî di nav dixtorên kurd li her cihekî lê bin, bi hêz bibe. Dr. Said amac bi wê hindê kir ku, dê rojên tendurustiya Mezopotamiya yê 3 li bajarê Duhokê pêk bêt û spasiya parêzgerê Duhokê Temer Remazan kir ku, ew her dem yê piştevan e, bo kar, çalakî û bizavên wisa. Her wisa jî di axaftina xwe ya diwê de, li ser amadeyiyên parêzgeha Duhokê bo li darxistina rojên tendurustiya Mezopotamiya kir ku dê 28-29.10.2011 pêk bên.

Seroka hicra bizîşkan ya Hannoverê amadebûna xwe dan ku, ew bo her têkiliyekê amade ne.
Nûner ên komeleyên bizîşkan, Wan, Swêd û Ingiltera jî axaftin di derbarê komele û karên xwe pêşkêş kirin.

Tişta balkêş di vî konferensa bizîşkan de ku, babetên zanistî yên tendurustiyê ji hêla dixtorên kurd yên pisporên cuda û li ser gelek waran hatine pêşkêşkirin.
 Konferens wê komîteya xwe ya nû hilbijêre.
Di vî konferensî de, gelek xwendekarên kurd yên temenbiçûk amadebûn û wan jî amadeya xwe diyarkirin  ku, piştî xwendbidawîanînê xizmeta milet û welatê xwe bikin. Di vê konferensê de, hate pêşniyarkirin  ku, organek bizîşkan ya giştî li Europa bête damezirandin û hemî rêxistinên dixtorên kurd di bin sîwana vê saziyê de, kar û xebata xwe bikin, têkiliyên xwe û serpêhatiyên xwe yê zanistî bi hev biguherin.

Tengezarê Marînî

Back to top button