Mela sunda nijadperestiyê dixwin
Li Tirkiye melayên ku ji aliyê hukumetê ve têne tayîn kirin, sunda girêdana xwe ya dewletê ve dikin û ji nûve dest karên xwe yê melatiyê dikin.Mela jî wek memurên din yên dewletê dema dest kar dikin dive sund bixwin.
Ji sala 1982-ê ve ev qanûn heye û li gora vê qanûnê jî mela sunda parastina qewmiyeta Tirk dixwin. Ev rastiya hanê ji aliyê rojnama Tarafê ve hatiyê eşkerekirin. Li gora nûçeya Tarafê, ji sala 1982-ê ve ev sund bi rewresmekî de tê xwendin û naveroka vê sundê jî eve: “ … Em sund dixwin ku , emê prensîbên kemalîzme ve girêdayîbin, emê destûrê biparêzin û emê qewmiyeta tirk ve bi sedeqet girêdayî bimînin..“ Piştî ev yek hate eşkere kirin gelek zanyarên olî helwestek tund dan kifşkirin û ev yek wek karek nijadperestî nirxandin.
Ji zanyarên olî Silêman Ateş got ku; Di quranê de nijadperestî tuneye.Ev sunxawrin piştî 12-ê Îlona 1980-ê peyda bûye. Zanyarê olî prof.dr. Bayraktar Bayrakli jî got: Min ev yek cara ewil sehkir, ez şok bûme. Herweha Nivîskar Huseyin Gulerce jî di vê derbarê de got: Di vê prosesa ku hewldan ji bo çareseriya pirsa kurd di rojevê de hene, ev cureyê sund xwarinê gelek ne rihetiyekî mezin peyda dike.