Hevpeyvîn

Osman: Divê serok ji aliyê gel ve bê hilbijartin

Kesatiyê siyasiyê kurd di daxuyaniyeke xwe de dibêje ku, gel çavkaniya desthilatêye û parlamento nûneratiya partiyên siyasî dike û pêwîste desthilatên serokatiyê herêma Kurdistanê di destûrê de bên bi cî kirin.Li dor pirojeya çar aliyên siyasiyên başûrê Kurdistanê (Yekêtiya Niştimaniya Kuridstanê, Tevgera Goran, Yekgirtuya Îslmiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê) ku ji bo çaresrriya pirsgirêka serokatiya başûrê Kurdistanê di civîna dawiyê de pêşniyar kiribû, Mehmûd Osmanê kesatiyê siyasiyê kurd dibêje: – Ji mêje dîtina min ew bûye serok ji aliyê xelkê, gel ve, ne di nav parlamentoyê de, bê hilbijartin û desthilatên timam jî hebin.Çar aliyên siyasî pêşniyar kirbû; serok ji aliyê xelkê ve bê hilbijartin û desthilatên serok pirotokolî bin yan jî serok ji aliyê Parlamentoyê ve bê hilbijartin û desthilatên timam hebin, li dor vê yekê Osman dibêje:- Ez ne bi vê pêşniayrê re me û bi dîtinek nerast dizanim, , çawa çê dibe serok ji aliyê parlamentoyê ve hilbijaritn û desthilatên timam hebin, lê ji aliyê gel bê hilbijartin û desthilat pirotokolî bin. Ez nizanim çawa wan çar partiyan tiştek wisa pêşniyar kiriye. Gel çavkaniya deshilatane û divê serok ji aliyê gel bê hilbijartin û desthilatên timam jî hebin.Mehmûd Osman dibêje pêwîste berpirsiyarî û desthilatên her sê serokatiyan (seroaktiya herêma Kurdistan, serokatiya parlamentoya Kurdistan û serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê) di destûrê de bên rêxisitn û destnîşan kirin. Ew destûra niha ji bo herêma Kurdistanê tê amade kirin divê ev tişt tê de bin.

Back to top button