Oslo: 87 kuştî
Doh Oslo paytextê Norvecê bû gola xwînê. Du bûyerên mezin çêbûn û Oslo cara yekê ye ku bi vî awayî dihejine. Norvec welateke ku li cîhanê de bê arîşe û be deng tê naskirin. Lê doh berê terorê li Oslo bû xwînek zehfî rijand.
Bûyera yekem li navenda Oslo çêbû. Cihê ku xaniyên wezareta lêne du bombe li duv hev teqiyan. Di encam de 8 kes hatin kuştin û gelek birîndar çêbûn. Nawenda Oslo mabû di nav toz û dumanê de.
Hêj polis bûyera yekem ve mijul bû nûçeyên êrîşek çêkadar gihat medya cîhanê. Bûyera duyem li girava Otoya ya nêzikî Oslo pêkhat. Gencên psrtiya sosyal demokrat ji bo civînek ya xwe ya salane li Girava Otoya civiyan. Kesekî êrîşek bir ser civînê û demek dirêj teqe li civînê kir. Di encam de 80 kesî ji wan gencan jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birînda ketin.
Êrîşkerê bûyera li girava Otoya xortek 32 salî bi navê Anders Behring Breivik e. Polis girêdana vê gencî bi teqîna nawenda bajêrve jî tesbît kiriye.
Girava Otoya
Piştî van herdu bûyerên li Oslo çêbûyîn li welatên din yên Îskandînavya polis ketin alarmê û tedbîrên berfireh girtin. Li Paytextê Swed li Stockholmê ev tevgera polis dihata dîtin û gelek xaniyên hukumetê kirin di bin kontrolê de.