Cîhan

Milyonek xwepêşender û 10 kuştî

Li Sûrî berxwedana xelkê berdewam e. Wek her înê doh jî nêzikî milyonek insan li Sûrî derketin kolanan û xwepêşandan kirin. Li gora daxuyaniya çelakvanên mafê mirova li Sûrî di xwepêşandanan de zêdetirê milyonek insan amade bûye.

Cardin hêzên ewlehiya Sûrî êrîş birin ser xwepêşenderan 10 kes hatine kuştin.
Li herêma Kurdistnê jî di serî de li Qamîşlo, Amudê, û deverên din xwepêşandan pêkhatin. Ev cara yekêye hêzên ewlehiyê li Qamîşlo li dijê xwepeşenderan tundiyê kar tîne û hinek kes jî hatine girtin.

Back to top button