Barzanî: Ez bû ma, minê qufla deriyê koguşa Ocalan ya li Îmralî vekirba.”

Nêçîrvan Barzanî bi mihendisê normalîzekirin û xurtkirina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de navdar e. Dema ku Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê bû, wî gelek giraniya xwe dabû ser wê yekê ku şîrket û kompaniyên tirkî roleke mezin di avadankirina herêma  Kurdistanê de bilîzin, çûnkî Barzanî baş dizanî bi rêya têkeliyên abûrî dê têkeliyên siyasî jî xurt bibin û ev hizra Nêçîrvan Barzanî di praktîkê de rast derket û nuha têkeliyên siysî û abûrî yên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê di sewyeyeke gelek baş dene. Têkeliyên herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê tesîreke erênî li ser çareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê dike û Nêçîrvan Barzanî hertim tekîdê li ser wê xalê dike ku divê Tirkiye bi diyalogê pirsa kurd li Tirkiyeyê şarerr bike.

Rojnamevan Hasan Cemal di nivîsîna xwe ya di rojnamya tirkî Milliyetî de di roja 29.06.2011 behsa hevdîtineke xwe ya digel Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir bû û dibêje li gor Nêçîrvan Barzanî jî di meseleya çareserkirina pirsa kurd de êdî top li aliyê Enqerê ye.

Hasan Cemal nivîskarê rojnameya Milliyetê ya tirkî di nivîsa xwe ya duhî jî de (22.07.2011) behsa beşek ji hevdîtina xwe ya bi Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê berê yê hikûmeta herêma Kurdistanê dike û dibîje ku, Nêçîrvan Barzanî piştî serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî kesayeta herî bi hêze û dosya Tirkiye ya kurd jî di destê wî de ye.

Cemal di nivîsa xwe ya duhî de di Milliyetê de behsa hevdîtina xwe ya meha borî ku li Hewlêrê bi Nêçîrvan Barzanî re kiriye dike û dibêje ku, serokwezîrê berê yê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jê re gotiye ger ew bûya dê mifte bixistaye qufla dergehê odeya Ocelan li Îmraliyê û dergeh vekirbaye:
– Min li gel serokwezîrê hikumeta Kurdistanê yê berê Nêçîrvan Barzanî heyva borî li Erbîlê hevpeyvînek dirêj pêkanîbû.. Dosya Tirkiye ya kurd jî di destê wî de ye.
Min jê pirsîbû: ”Gelo li gora we, ew gava ku pirsê ji tundiyê qut bike û bihêle ku PKK ji çîya dakeve, divê pêvajoyek welê de gava yekem çi be? Çi bibe?
Bi vê awayî bersivamin dabû:  ”Ez bûma, minê cara yekem mifte bixista deriyê koguşa Ocalan ya li Îmralî û babida.”

Ev li jêr hemû nivîsa rojnamevan Hasan Cemal bixwîne:

Ez  hevalbendê aşitiyême ne yê şer…
Me gelek êş dît. Divê yên hêja behsa şer dikin bizanibin ku di dawiyê de cardin diyalog heye ne şer…

Dema min gotinên Ocalan yên dawî, li Îmralî xwend hat bîra min. Min li gel serokwezîrê hikumeta Kurdistanê yê berê Nêçîrvan Barzanî heyva borî li Erbîlê hevpeyvînek dirêj pêkanîbû.. Dosya Tirkiye ya kurd jî di destê wî de ye.
Min jê pirsîbû “ Gelo li gora we, ew gava ku pirsê ji tundiyê qut bike û bihêle ku PKK ji çîya dakeve, divê pêvajoyek welê de gava yekem çi be? Çi bibe?
Bi vê awayî bersivamin dabû:  ”Ez bû ma, minê cara yekem mifte bixista deriyê koguşa Ocalan ya li Îmralî û ba bida.”
Bersiva Nêçîrvan Barzanî gotina Ocalan ya wê rojê ji parêzerên xwe re gotî anî bîra min. ”Ez vekirî dibêjim, ji min pêve kesek nikare bihêle ku ji dev çeka bête berdan. Ji bo ez rolê xwe bileyzim divê merc ji bo min bêne amadekirin. Ezê bikaribim haj dora xwe hebim, çi heye ezê bizanibim. Eger ji bo bêdengbûna çêka imkan ji bo me neyên amadekirin mixabin wê ev şer berdewam be.”

Ocalan dixwaze bije ku, ez di mercên Îmralî yên îro nikarim hakimê rewşê bim.Ji bo ez bizanibim çi çêdibe imkana bidin min. Ez hesanîtir û zûtir bikaribim pêwendiyan li gel derve deynim. Ocalan dixwaze vê bêje. Vê jî cara yekem nabêje. Enqere jî vê dizane.
Enqere dizane ku, heza ku bikaribe PKK-ê ji çîya bîne xwar Ocalan e. Ji bo vê divê planek hebe ku, mercên Ocalan yên Îmralî baştir bikin û di nav zeman de wî derêxin derve bixwin hepsa malê. Neku planên bi vî awayî nehatin çêkirin, Vekirina Demokratik ya sala 2009-ê ev plan hebû. Pêwiste îro jî hebe.

Pirs eve: Eger Ocalan pêşeroja xwe jî nebîne wê bihêle ku PKK ji dev çekan berde.? Ez bawer nakim.
Çekdariya PKK ji bo Ocalan koza herî mezine li dijî dewletê.  Ji ber ku, Apo bê vê ji holê radibe…

Pirsek din: Ocalan her tişta ku dixwaze dikare bi PKK-ê bide kirin?
Nexêr nikare.
Dewlet bi awayekî zorê bide, wê hinek daxwazên eceb derkevin holê û bandora Ocalan li ser PKK-ê dê winda bibe. Ji bo vê  Ocalan li gora rewşê mecbûr dibe helwesta digre, bûyera Silvanê de jî Ocalan ev kir.
Bi salan dewletê leyizt û got ku, ez li Îmralî Ocalan kar bînim dikarim PKK-ê ji hev veqetînim. Dewletê ev hesab kirin. Dixweyê dewlet bi vê leyiztika xwe de serneket.
Lê vê helwesta dewletê baweriya di nav terafan de jî kêm kir. Li Qendîlê baweriyek peyda bû, û got dewlet ne li çareseriyekî digere, dixwaze me ji hev veqetîne.
Eger Enqere vekirinek din difikire divê di planên xwe de çend riknê din deynê.
Mercên Ocalan yên li Îmralî..
Pêşeroja Ocalan, Pêşeroja berpirsên li Qendîlê û baweriya nemayî…

Eger ji nûve ji bo vekirinê planek hebê divê ev tiştên min li jor gotîn bikevin di nav planê de. Ji bo pêvajoyek bi sebir û behnek fireh divê ji berî her tiştekî dest li ser tetîka çekan nemînin.
Ez gotinê dubare bikim. Neteqandina çêkan ne dev jê berdana çêkan e. Ev agirbeste. Bê çêlakiye. Yan jî nekirina operasyonane…
Dev jê berdana çêkan û binaxkirina wan gava herî dawiye.
Hun niha dikarin bêjin ku Hasan Cemal ma tu xeyala dibînî?
Ma hun dengên  şerên dijwar seh nakin? Şerê Silvanê, ilankirina ”xweseriya demokratîk”  û tiştên piştre çêbibin hun nabînin? Gotinên çêkirina operasyonên mezin nayên guhê we?
Bersiva min gelek zelale: ”Ez hevalbendê aşitiyême ne yê şer”
Me gelek êş dît. Divê yên hêja behsa şer dikin bizanibin ku di dawiyê de cardin diyalog heye ne şer…

Hasan Cemal
Rojnama Milliyet

Weger: DJ Rojevakurd

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: