Cîhan

Li Oslo teqînek mezin çêbû

Li paytetê welatê Norvec li Oslo teqînek mezin çêbû. Li gora medya Norvecî ji teqîn nêzikî xaniyê serokwezaratiyê û wezareta petrolê çêbûye. Li gora peyamnêrê rojnama VG radigîne û dibêje: Teqîn gelekî mezin e, ez li kolana de kesên di nav xwînê de mayîn dibînim. Xelk bi tirsek mezin  ji xaniyên hukumetê derdikeve û xanî têne vale kirin, birîndar hene.. Li gora agahdariya heta niha 2kesa jiyana xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndarin. Camên xaniyê serokwezîrîye hatine şkênandin.

Li gora televizyona Norvecî radigihîne, beyanek di vê derbarê de destxistine û behsa êrîşên li ser Afganistan û Libyayê dike û herweha tê gotin ku behsa teslimkirina Mele Kirêkar jî hatiye kirin. Tê xuyakirin ku kesên ev bombe teqandîn ev sê tişt wek sedem dane nîşandan. Lê hejî ji aliyê hukumeta Novecî ve tu agahdariyên fermî nehatine ragihandin. 

dixweyê hinek tişt di destê polîsên Norvecî de hene lê heta niha tu daxuyaniyek ku kes yan jî kesên girtine nedane. Lê tê ragihandin ku li balefirxaneya Oslo hinek kes hatine binçav kirin.

 

 

Back to top button