Civak

Îran: Generalek û 5 hevalên wî hatin kuştin

Li gor nûçeyeka ajansa Fars News a Îranî ku nêzîkî supayê pasdarên Îranê û alîyên ewledarîyê Îranê ye, Serdar (general) Ebas Asimî yek ji fermandeyên supayê Elî Ibnê Ebî Talib a parêzgeha Qomê û pênc hevalên wî di encamê pevçûnên navbera supayê pasdarên Îranê û hêzên çekdarên PJAK de li deverên sînoriyên bajarê Serdeşt a rojhilata Kurdistanê hatine kujtin.

Ajansa Fars News navên kujtîyên dinên supayê pasdarên Îranê wisa belav kir: Elî Ekber Cemrasî, Mehmûd Ehmedî Tebar, Mûsewî Nijad, Mêhdî Xebîr û Ruhûllah Sehrayî.

Ebas Asimî fermandeyê rêvebiriya saloxegerîra supayê Elî Ebnê EbîTalib a Qomê bûye.

Li gor nûçeya ajansa Fars News ew kesên han li deverên sînorîyên Alwatan û Serdeştê hatine kujtin. Li gor zanyariyên ewê ajansê otomobîla ewan kesan bi ser mînekê de çûye û di encam de giyanên xwe ji dest dane.

Ji alîyekî din ve Siteya Tabnak a Îranî jî ku nêzîkî supayê pasdarên Îranê û fermandeyê berê yê ewê supayê Muhsin Rizayî ye, nûçeyek di evê bareyê de belav kiriye û tê de kujtina fermandeyekî mezinê supayê pasdaran û pênc hevalên wî piştrast kiriye.

Belê berevajiyê ajansa Fars News, malpera Tabnak ragihandiye, ku ew kesên han di encama şerr û pevçûnên navbera hêzên PJAK û supayê pasdarên Îranê de hatine kujtin.

Hêzên supayê pasdarên Îranê ji roja şemiyê ve dest bi êrişeka berfireh li dijî hêzên PJAK kirine.

Supayê Pasdarên Îranê û ajansa fermîya nûçeyan a hikûmeta Îranê ragihandine, ku heta niha di encamê şerrê navbera hêzên Îranê û PJAK de bi sedan kesên PJAK hatine kujtin, belê PJAK zanyarîyên alîyê Îranî ret kirine.

PJAK ji alîyê xwe ve ragihandiye, ku heta niha pitir ji 170 kesên supayê pasdarên Îranê kujtine û wiha jî daye xûyakirin, ku cendekên çend serbazên Îranî di ber destên hêzên wan de ne.

PJAK ragihandiye, ku hêzên wan bi tundî bersiva êrişên Îranê didin û heta niha hêzên Îranê toşî şikestek mezin bûne.

Ji aliyekî din ve PJAK di bareya hejmara kujtîyên xwe de jî zanyarî belav kirine û ragihandiye, ku di encamê pevçûnan de heta niha heft çekdarên wan hatine kujtin.

Êrişên Îranê bo ser sînorên herêma Kurdistanê bi hêceta şerr bi hêzên çekdarên PJAK re bi top, tank û çekên giran ve çend roj berî niha bi tundî dest pê bûn. Ew yek di demekê de ye ku PJAK ragihandiye ku ew çend heyvin kirdarên leşkeriyên xwe yên li dijî hêzên Îranê rawestandibûn.

Heta niha di encamê topbarankirina deverên sînoriyên herêma Kurdistanê de ji aliyê hêzên supayê Îranê ve bi sedan hevwelatiyên herêma Kurdistanê mal û warên xwe bi cih hêlane û aware bûne. Gelek ziyan ber mal û avayî û rez û baxên hevwelatiyan jî kevtine.(PNA)

Back to top button