Opozisyonê civîna parlementoyê provake kir

Biryar bû evro danê Êwarê careke din Parlementoya Kurdistanê bi mebesta domandina giftûgoyên xwe yên li ser proje bûdceya sala 2013an ya Hikûmeta Kurdistanê civîneke din saz bike.

Di dema derbasbûna Parlementeran bo nava salona parlementoya Kurdistanê, Parlementerên ser bi her sê aliyên Opozisyonê bihevre êrîş kirine ser cîha Serokê Parlementoya Kurdistanê û kursiya Serokatiya Parlementoyê dagîr kirin û ragihandin ku, nabe giftûgo li ser bûdceya slaa 2013an were kirin belku, dibe ev proje qanûna han ji Hikûmetê re were wegerandin.

Hêjayê gotinêye ku, ev çend roje Parlementoya Kurdistanê dest bi nîqaşên xwe yên li ser bûdceyê kiriye lê her roj aliyên opozisyonê bi hincetên curbicur hewl bo vela derxistina civînên Parlementoyê dikin.

waranpress

Nerîna min :