Polîtîk

Mesrûr Barzanî û konsulusê Sirbiyayê civiyan

Li gora nûçeya Kurdistan Tv, li Hewlêrê Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê  Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Sirbiyayê yê li Bexdayê kir.

Di hevdîtineke de Konsulusê Sirbiyayê kêfxweşiya xwe a li hember rewşa aram ya Kurdistanê diyar kir û hêvî xwest ku, Deverên din yên Îraqê jî bibin weke Kurdistanê û tevahiya Îraqê jî weke Kurdistanê bibe xwedan rewşeke baş û aram û di warê abûrî û bazirganî de jî bipêş bikeve.

Konsulusê Sirbiyayê ev yek jî eşkere kir ku, niha ev hewl didin daku, hana kompaniyên Sirbî bidin daku, li Kurdistanê de di her warî de dest bi hêlbirîn û kar kirinê bikin û peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re berfiretir û bihêztir bikin.

Li hember de jî Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî kêfxweşiya xwe a li hember biryara Sirbiyayê bo bihêztir kirina peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re diyar kir û bo bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên han amadeye her cure hevkariyek pêşkêş bike.

Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê hêvî jî xwest ku, Sirbiya jî di demeke nêz de Konsulusxaneya xwe li Hewlêrê vebike.

Li hember de jî Konsulusê Sirbiyayê anî ziman ku, niha Hikûmeta Sirbiyayê li ser amadekariyên vekirina Konsulusxaneyê disekine û weke yekemîn pêngav jî vê nivîsgeha Konsulusxaneyê li Hewlêrê de vebikin.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de rewşa Îraq û Deverê jî hate nirxandin û her du alî tekez li ser çareser kirina aloziyên heyî bi rêya diyalog û danûstandinê kirin.

Back to top button