Ocalan:Bila hêzên me vekişin

Îro li Diyarbekirê nameya serokê PKKê Abdullah ocalan hate xwendin. Wek tê zanîn piştî hevdîtinên  MITê li gel Ocalan destpêkirî du heyetên BDPê Ocalanre hevdîtin pêkanîn û Ocalan dabû xuyakirin ku dê di Newrozê de daxwaziya xwe bi nivîskî bide BDPê.

Ocalan li Îmralî nameya xwe nivîsand û teslîmê MITê kir. Nama Ocalan di civînekî de ku serokwezîrê Tirkiye Erdogan, cigirê serokwezîr Beşîr Atalay , wezîrê Dad û Serokê MITê Hakan Fidan made bûyin hate nirxandin. Piştî erêkirinê ev name cardin bi rêya MITê gihandin berpirsên BDPê.

Name îro li Diyarbekirê qada Newrozê ji aliyê parlementerên BDPê ve Tirkî û Kurdî hate xwendin.

Ocalan di nameya xwe de dixwaze ku, dengê çekan bisekine û çekdarên PKKê ji sinorên Tirkiye derkevin û xwe bidin aliyekî.

Ocalan di  nameya xwe de dibêje:

Êdî em bi Tirkiyeke nû, Rojhilateke Navîn a nû û bi pêşerojeke nû hişyar dibin. Êdî bila çek bêdeng bibin, fikir biaxifin. Pergala modernîteyê a ku tine dihesband, înkar û îmha dikir hate hilweşandin. Xwîna ku diherike nabêje Kurd, Tirk, Çerkez û Laz ber bi dilê erdnîgariya me ve diherike. Ez bi şahidiya mîlyonên ku min guhdarî dikin dibêjim ku, êdî heyameke nû destpedike. Ne çek, siyaset derdikeve pêş.

Têkoşîna min a ku di nav mercên nezaniyê, neçariyê, dîlitiyê de bi serhildana kesayeta min destpêkir, li hemberî her cure zordariyê armanc ew bû ku rihekî ava bike. Ez îro dibînim ku, ew riha gihaştiye qonaxekê. Şerê me ti cara li dijî netewekî, olekî, mezhebekî û komekê nebûye û nabe jî. Şerê me li dijî tinehesibandinê, paşve hîştinê, pişar û pelçiqandinê meşiya ye. Ji vir û pê ve jî wê wisa be.

Îro heyameke nû destpê dike. Ji pêvajoya berxwedana çekdarî, derî ji bo pêvajoya siyaseta demokratîk vedibe. Pêvajoyeke ku granî wê li ser siyasetê, civakiyê û aboriyê be destpê dike. Têgeheke ku mafên demokratîk, azadiyan û wekheviyê esas digre derdikeve pêş. Me deh salên xwe ji bo vî gelî feda kir, berdêlên pirr mezin dan. têkoşîn û fedakariyên me qet tinê neçûn. Kurdan, eslê xwe, nasnama xwe ji nû ve qezenç kirin.

Bila gelê Tirk yê ku Anatolyaya qedîm îro wek Tirkiye dijî bizanibe ku, jiyana hevpar a hezar salî a Kurdên ku di bin siya ala Îslamiyetê de jiyane, xwe dispêre hiquqa bratî û şêwiriyê. Di wateya rasteqîn de, di ev hiquqa bratiyê de fetîh, înkar, red, asîmilasyona bi zorê û îmha kirin tine û divê nebe.

 

Nêrînek

  1. Weki berdevke Dewleta tirka mesaja xwa da seroke Pkk,Gele Kurd tineye,kurd heye an ku mafe saxsi derdikeve pes.\r\nWeki her dem diji dewlet buna kurda derdikeve demokratik kirina rojhilata navin dixe pes,cardi ferman a siltan ne..

Nerîna min :