Erdogan peyama Ocalan erênî dibîne lê!

Li ser nameya Ocalan ya  di Newroza Diyarbekirê de hatî xwendin, serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan daxuyaniyek ragihand.

Erdogan gotinên Ocalan erênî dibîne.

Di derbarê naveroka peyama Ocalan de Erdogan got:

Ya giring ewe ku praktika van gotinan bête dîtin. Wek din dê gotinên Ocalan ji aliyê cihên din ve çewe bê pêşwazîkirin, divê em bibînin. Tiştên di nameya Ocalan de hatîn gotin ew tiştin ku em ji demek dirêj ve dibêjin. Bila ji dev çekan berdin. Me li Xaburê hinek mînak dîtin. Riskê ku hêzên me yên asayîşê operasyona bikin tuneye. Ev çelakiyên çêkdarî nemînin oprasyon jî çênabin. Dema ev gotin bikevin praktîkê de wê tişt bêne guhertin.

Herweha Erdogan di Newroza Diyarbekirê de tunebûna Ala Tirkan jî rexne kir û got:
Di xwepêşandana li Diyarbekir de diviya ku Ala Tirka hebûya. Tunebûna Alê li gel peyama Ocalan nagunce. Ev helwestek provakatif e. Di peyama Ocalan de behsa yek milletekî tê kirin. Di nava demê de ev jî serast dibin û bi vî awayî em tengasiya 30 salan zûtir derbas dikin. Tunebûna Ala me kêmasiyek mezine.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: