Polîtîk

Ocalan neçûye Hewlêr

Îro  rojnama Sozcu ya Tirkî nûçeyek gelek balkêş belav kir. Rojnamê îdia kir ku serokê PKKê Abdullah Ocalan ji bo li gel Qandîlê hevdîtina bike bi balefirek taybet  ji aliyê MITê ve birin Hewlêr.

Li serve nûçeyê di medyayê de lêpirsînek çêbû û herkesekî hewl dida rastiya vê yekê bizanibin. Dawiyê di vê derbarê de  pirs ji wezîrê Dad Sadullah Ergin hate kirin.

Wezîrê Dad a Tirkiye Sadullah Ergîn di bersiva vê pirsê da û got:Ev îdia ku dibêjin Adullah Ocalan birine Hewlêr ne raste û bi tu awayî girêdana vê nûçeyêrastiyê re tuneye. Mirov li van nûçeyan dikenê.  

Back to top button