Fîlmê bi navê “Berya berf bibare” (Before snowfall) yê derhênerê kurd Hisham Zaman li mihrîcana fîlmên navnetewî li bajarê Swêdê Göteborg xelata fîlmê herî baş ya bakurî wergirt.
Mijara fîlm serpêhatiya kesekî bi navê Şiyar e, ku ji başûrê Kurdistanê bi qaçaxî derbasî bakur, hêla Tirkî dibe. Lê Şiyar ne ji bo şerê li hember bindestiyê hatiye bakur, nexêr. Xwîşka wî yek revandiye û Şiyar jî ketiye pey şopa wan ji bo ku wan li Tirkî bikuje.
Ji bo vî fîlmê xwe yê pêşî Hîşam Zaman ku li ser navê Norvêc beşdarî mihrîcanê bûbû milyonek kron xelat stand.
(Zeyale)