Obama: Divê Esed ji dev kar berdê

Li gor nûçeyeka BBC serokê welatên Ewropayî û serokê Amerîka daxwaz ji Beşar Esed ê serokê Sûrîye kirine, ku ew êdî baştire dest ji kar berde.
Li gor vê nûçeyê Barak Obama serokê Amerîka ragihandiye, ku dema wê yekê hatiye ku êdî Esed here û nemîne.
Obama ragihandiye, ku pêşeroja Sûrîye di destên xelkê wî w latî bi xwe de ye, belê Beşar Esed rê li vê yekê digire. Obama gotiye: Ew soza encamdana çaksazîyan dide, belê di heman demê de xelkê xwe dikuje û zîndanî dike û îşkence dike û ew soza wî bê mifa û betale.
Serokê Amerîka gotiye: Me berdewam ragihandiye ku yan Esed gerek serokatîya prosesa çûna Sûrîye ya ber bi demokrasîyê ve bike yan jî gerek li ser wê rêyê nemîne. Niha jî ku ew wê erkê bi cih nahîne êdî dema wê yekê hatiye ku dest ji kar berde.
Barak Obama hişyarî jî daye hukûmeta Sûrîye ku sizayên gelek dijwar li dijî wî welatî di rê de ne û ew êdî nahêlin destên hukûmeta Esed bighîje jêderên darayîyê, ku xelkê Sûrîye pê serkot bike.
Herwiha Katrîn Aşton berpirsa siyaseta derveya Yekîtya Ewropa ragiahndiye, ku Yekîtîya Ewropa bi başî agahdarî ji nav çûna rewatîya desthilata Beşar Esed ê serokê Sûrîye ye û pêdivê ye ew dest ji desthilatê berde.
Heriha serokên welatên Brîtaniya, Fransa û Almaniya jî ragihandine, ku di çarçoweya berjewendîya Sûrîye de û ji bo parastina yekîtîya xelkê wî welatî, gerek Esed dest ji kar berde.
Fişarên ser hukûmeta Sûrîye û rejîma Beis a li wî welatî roj bi roj zêdetir dibin û ew yek jî di demekî de ye, ku supayê Sûrîye bi awayekî zor dijwar û dûr ji mirovatîyê bi hemû amûrên leşkerî hevwelatîyên sivîl dikuje û êrişî ser bajêran dike.
Ji alîyekî din ve pişkînerîn Netewên yekgirtî ragihandine, ku dibe dijwarîya li dijî hevwelatîyan û xwepêşanderan ji alîyê supa û hukûmeta Sûrîye ve, tawan li dijî mirovatîyê be.
Encûmena mafê mirov a ser bi N.Y jî daxwaz ji encûmena asayişa navdewletî ya ser bi ewê rêxistina navdewletî kiriye, ku lêkolîn di bareya binpêkirina mafê mirov û tawana li dijî mirovatîyê li Sûrîye radestî dadgeha navdewletî bike.
Nûçe:PNA/S.K