Polîtîk

Îdia: Kurd nikarin tixûbê xwe kontrol bikin

Li gor nûçeya malpera ajansa fermî ya nûçeyan a hukûmeta Îranê IRNA serdar (general) Husên Zolfeqarî doh di kongireyeka rojnamevanîya berfireh de li bajarê Sine ya rojhilata Kurdistanê ragihandiye, ku hêzên komara îslamîya Îranê heta niha bi ti awayî neçûne nav xaka Iraqê û herêma Kurdistanê û nûçeyên di di vê derbarê de jî li gor gotina vî fermandarî ji rastîyê dûrin.
 
Husên Zolfeqarî behsa ragihandina navxweyîya herêma Kurdistanê jî kiriye û weha daye xûyakirin, ku jêderên ragihandinê yên herêma Kurdistanê nûçeyên bê bingeh belav dikin û jêderê nûçeya çûna hêzên supayê pasdarên Îranê bo nav xaka Kurdistanê jî her ew jêderên.
 
Herweha Zolfeqarî  gotiye: Hukûmeta Îranê tenê vê ji hukûmeta Iraqê dixwaze û çaverêyê wê çendê ye, ku rêkarên baş û çalak bo rêgirtin ji biza, liv û çalakîyên grûpên li dijî Îranê yên wek PJAK bigire.
 

Evî fermandarê supayê pasdarên Îranê di dirêjîya peyvên xwe de behsa rewşa sînorê herêma Kurdistanê jî kiriye û (li gor têgihijtin û nerîna xwe) gotiye, ku herêma Kurdistanê şîyan kontrolkirina sînorên xwe nîne. Hûsên Zolfeqarî dibêje, ku Îran amade ye li ser hesabê xwe bingehên çavdêrîya sînor li herêma Kurdistanê ava bike û sînorê herêmê kontrol bike heta ku hêzên Iraqî piştre bihên û deverê bêxin di destê xwe de.
 
Destwerdanên fermandarên supayê pasdarên Îranê di nav karûbarên navxweyîyê Iraqê û herêma Kurdistanê di demekî de ne, ku piranîya çalakîyên PJAK di nav xaka Îranê de ne û ti peywendî bi herêma Kurdistanê ve nînin û supayê pasdaran tenê bi hêceta hebûna çekdarên PJAK li çend deverên sînorî, herêma Kurdistanê topbaran dike û sînorê wê derbas dike û serwerîya xaka Iraqê û herêma Kurdistanê bipê dike.

Ew yek di demekî de ye, ku berpirsên hukûmeta herêma Kurdistanê û herwisa berpirsên hukûmeta federal a Iraqê û ji wan serokê parliyamentê usame Nuceyfî, Hûşyar Zêbarî wezîrê derve û lîsta Eliraqîyye bi tundî êrişên Îranê bo ser herêma Kurdistanê riswa kirine. Herwisa hêzên Amerîkayî yên li Iraqê û du senatorên Amerîkayî jî hoşdarî dabûne Îranê ku dest ji van kiryarên xwe berdê.

Back to top button