
Komîsyona Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Rojavayê Asyayê (UNESCO) ragihand ku şerê li herêmê bûye sedema 63 milyar dolar zerera aborî.
Di raporê de hat gotin ku, şer gelek rêyên girîng ên bazirganiyê asteng kiriye û girtiye. Veguhastina petrol û kelûpelên din bi rêya Tengava Hormuzê gelekî kêm bûye, tê texmînkirin ku rojane 2.4 milyar dolar û di du hefteyên pêşîn ên şer de jî 30 milyar dolar zerar dîtiye.
Komîsyona Neteweyên Yekbûyî welatên herêmê û civaka navneteweyî hişyar kir ku ger şer mehekê berdewam bike, zirar dikare bigihîje nêzîkî 150 milyar dolar, an jî ji sedî 3.7ê hilberîna navxweyî ya giştî ya herêmê.
Welatên Konseya Hevkariya Kendavê (GCC) Erebistana Siûdî, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, Behreyn, Qeter, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî û Kuweyt in. Welatên ku aboriya wan bi giranî bi enerjiya biyanî ve girêdayî ye, bi zextên mezin ên aborî re rû bi rû ne, nemaze enflasyon û bilindbûna bihayên sotemeniyê.


