Cîhan

NY: Li Sûriyê 8,8 milyon bûne mexdûrên erdhejê

Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), li Sûriyê ji ber karesata erdheja 6’ê Sibatê 8,8 mîlyon mirov mexdûr bûne.

Cîgirê Nûnerê NY ê Sûriyê Nejat Roçdî, roja Yekşemê li ser Twitterê got: “NY bi biryar e ku zêdetir alîkariya hemû Sûriyê bike,” û da zanîn ku gelek ji van kesan hewcedarê alîkariyên mirovî ne.

Bakur-rojavayê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê), a ku di bin serweriya komên çekdar de ye, çalakvan û xebatkarên alîkariyê ji kêmbûna alîkariya Neteweyên Yekbûyî gazindan dikin.

Koordînatorê Rewşa Lezgîn a Neteweyên Yekbûyî Martin Griffiths, di serdana xwe ya herêmê de li xwe mikur hat ku Neteweyên Yekbûyî nikarî alîkariya mexdûrên ku li herêmên komên çekdar lê bi bandor in, bike. Çavdêrên mafên mirovan her wiha diyar dikin ku NY bi astengiyên burokratîk re rû bi rû dimîne. Hat ragihandin ku zêdetirî 140 kamyonên alîkarî yên Neteweyên Yekbûyî bi rêya Tirkiyê ber bi herêmê ve hatine şandin, ku zêdeyî 9 hezar avahî bi temamî yan jî qismî wêran bûne.

Li aliyê din, Almanya soz da ku bi milyonan dolar alîkarîya zêde bide mexdûrên erdheja li Sûriyê. Wezîra Karên Derve Annalena Baerbock, roja Yekşemê ji rojnameya Bild re got, “Her çend ku rejîma Serok Beşar Esed astengiyan li pêşiya rêxistinên alîkariyê derdixe jî, em ê gelê li wir bi tenê nehêlin. Emê carek din alîkariya xwe ya ji bo herêmê 22 milyon euro zêde dikin”.  Bi vî awayî alîkariya ji aliyê Almanyayê ve hat dayîn gihişt 50 milyon euro.

Back to top button