Cîhan

Amerîka: Serokê DAIŞê Batar li rojhilatê Sûriyê hat girtin

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), îro di saetên sibê de ragihand ku serkirdeyekî DAIŞê li rojhilatê Sûriyê di operasyonekê de hatiye girtin. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku operasyon bi hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (SDG) ve hatiye lidarxistin û wiha hat gotin:  „Di saetên serê 18ê Sibatê de, CENTCOM û QSDê li rojhilatê Sûriyê êrîşek bi helîkopteran pêk anîn û Efserê Herêma Sûriyê yê DAIŞê Batar hate girtin. Batar plana êrîşan li ser girtîgehên ku ji aliyê QSDê ve tên parastin û teqemeniyên bidestçêkirî çêdikir.Ji bo serkeftina wê me plansaziyek berfireh amade kiriye. Di bûyerê de ti sivîl û hêzên Amerîkî û QSDê ne mirin û ne jî birîndar bûn”.

Back to top button