NY lêkolîna pirsa mafê mirovan li Îranê dike
Rejîma Îslamê ya Îranê demek dirêj e mafê mirovan binpê dike, girtinên kêfî pêk dihêne, kesên girtî mafê xwe û parastinê tune ye, dadgeh biryarên bêhiqûqî dide, îdam piralî pêk tên, di zindanan de îşkence didome û mafê Kurda yê netewî nayê naskirin. Parêzvanên mafê mirovan, siyasetvan û rojnamevan têne girtin û îşkencekirin.
Pirsa mafê mirovan li Îranê zextek giran û berpirsiyariyek mezin dida ser milê Neteweyên Yekbûyî-NY. Rexne û giliyên li dijî Îranê roj tune ye ku naçe ber hêzên navnetewî û yên însanî.
Konseya Mafê Mirovan ya NY sê roj berê pirs anî rojeva xwe û ji bi raportorekî taybetî yê YN bişîne Îranê. Raportor dê lêkolînekî li ser pirsa mafê mirovan li Îranê pêk bihêne. NY, piştî dengdayîna erênî biryarek dîrokî girt.
Biryar erênî ye. Lê helwêsta Îranê dê li hemberî biryara NY çi be, mirov nizane. Ji ber ku Îranê 2005 an de nexwestibû bi pisporên NY re hevkariyê bike, bixebite.
Em ê binêrin, bê NY çiqasî biryara xwe bi cî dihêne û raya giştî piştgiriyê dide deng û biryarên xwe. Pir giring e ku, NY zextên xwe bi piştgirî û hevkariya raya giştî ya navnetewî girantir bike da ku xebat û hevkariya bi pisporê taybetî yê NY re bighêje armanca xwe.
Li ser pirsê nûçeya bi dirêjî dikare ji malpera jêrê bê xwendin:
http://www.amnesty.se/ed/hem/xml-pressnotiser-godanyheter/376C31E60EEB4147C125785E0052C873/
EuroKurd News