Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, roja 18.03.2016ê li bajarê Hewlêrê, digel Bret Makgork nûnerê taybetiyê Barak Obama serokê Amerîkayê bo karûbarên hevpeymaniya navdewletiya dijî DAÎŞê û şandeya pê re ku ji Stewart Conz balyozê Amerîkayê li Îraqê û çend berpirsên Koçka Sipî pêkhatibû, civiya.Makgork behsa pêşhatên dawiyê li bereyên cenga dijî terorîstên DAÎŞê û bihêzkirina komîteya hevahengiya navbera hêzên hevpeymanan, Bexda û Hewlêrê ku, bi armanca operasyona azadkirina bajarê Mûsilê ji bin destê terorîstên DAÎŞê hatiye pêkanîn kir.Nûnerê serok Obama tekîd kir ku, Amerîka li ser piştevanîkirina hêzên Pêşmerge û bi taybetî ku Herêma Kurdistanê di kirîzeke dijwara êkonomî de derbas dibe, berdewam dibe û got ku Amerîka haydarî rewşê ye û wê yekê gotûbêj dike, ji bona derbasbûn ji wê rewşa dijwar, bi çi awayî dikare hevkariya Herêma Kurdistanê bike.Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdan û alîkariyên berdewamên Amerîkayê ji bo pêşmerge kir û hêvî xwest ew alîkarî berfirehtir û baştir bibin, ji ber ku Herêma Kurdistanê di kirîzeke dijwara êkonomî de derbas dibe, di warê leşkerî û mirovî de zêdetir pêwîstî bi hevkariyan heye, bi tyabetî ku hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan ji ber tirsa terorê hatine Herêma Kurdistanê.Serokwezîr ji şandeya mêvan re got ku ji bona çareserkirina pirsgirêkên navxweyî ew amadene bi hemû aliyan re danûstandina bikin û di vê çarçoveyê de pêngavên piraktîkî hatine avêtin û hêvî xwest ku, di demek nêzîk de hemû pirsgirêk çareser bibin.