“Newroza PAKê ya Batmanê Hat Qedexekirin”
Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) Mustafa Özçelik roja 18.03.2016ê li Amedê di derbarê qedexekirina mitînga Newroza PAKê ya Batmanê û rojeva her çar perçeyên Kurdistanê civîneke çapemenîyê lidarxist.Civîn li avahîya Navenda Giştî ya PAKê hate lidarxistin. Di civînê de Mustafa Özçelik anî ziman ku Newroza PAKê ya Batmanê hatîye qedexekirin û wiha berdewam kir:” PAKê jibo bi awayekî girseyî Newrozê pîroz bike, îsal li Êlihê(Batmanê) xwest mîtîngekê lidarbixe.Hemû teşkîlatên PAKê jibo 20ê adara 2016an de li Êlihê newrozê pîroz bikin amadehîyên xwe temam kiribûn. Lê mixabin, Parêzgerîya (Walîlîk) Êlihê bi nivîseke resmî, Komîteya Amadekar ya PAKê agahdar ku mîtîng hatîye qedexe kirin.Ne bes mîtînga partîya me, li gelek bajar û navçeyên din jî mîtîngên Newrozê hatine qedexe kirin. Bi qedexekirina pîrozkirina Newrozê, azadîya ramanî, birêxistinbûyînê û mafê xwepêşandanê ya nîvco, careke din hatiye binpê kirin.Newroz cejna miletê Kurd e.Qedexekirina pîroz kirina Newrozê bêhurmetîya li dijî miletê Kurd e.PAKê di sala 2015an de Newroz li Wanê , li Qada Kela Wanê bi 5000 kesî pîroz kiribû. Aşkere ye ku îsal jî PAKê dê hîn girsetir Newroz pîroz bikira. Lê ewên ku ji hêza gel û hêza PAKê ditirsin rê liber vê mîtîngê girtine.Lê dîsa jî PAK dê li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkîyê agirê newrozê geş bike û ala rengîn bihejîne.”Piştre jî Mustafa Özçelik di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê de axaftina xwe domand û got ku:”Em careke din bang li dewleta Tirk dikin ku dev ji vê sîyasete şer û kuştin û wêrankirinê berde. Çawa ku dewlet ev 90 sale bi vê ne gihaye tu encaman, îro jî nagihîje tu encaman.Em bang li PKKê jî dikin ku êdî aşkere bûye ku şerê xendekan yên nav bajaran zerareke mezin dide gelê me û doza azadîya Kurdistanê zûtirîn wext dev ji vê sîyasetê berdin.Em hêvî dikin ku Newroza 2016ê bibe destpêka serxwebûna Başurê Kurdistanê û bi her awayî em piştgirîya meşa serxwebûnê ya xwişk û birayên xwe yên Başurê Kurdistanê dikin.Li Rojavayê Kurdistanê biryara federasyona Rojava-Bakurê Surîyê gaveke pêşketîye , her gav ji ya berê baştir e. Lê divê zûtirîn wext îdareyeke hevbeş ya leşkerî, sîyasî û aborî ji TEVDEM, ENKS û hemû partî û pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê bê çêkirin.Li Rojhilata Kurdistanê roj roja avakirina yêkitîyek neteweyî demokratîk e.Ev Newroz li Bakurê Kurdistanê jî bibe destpêka pevajoyeke rasteqîn ya çareserîya sîyasî û divê hemû alîyên sîyasî yên Bakurê Kurdistanê , dewleta Tirk û garantorên navnetewî beşdarî vê pêvajoya nû bibin.”Civîn piştî axaftina Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik bi beşa pirs û bersivan bidawî hat. 18.03.2016Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê———————————————————————————————————————————–