Polîtîk

Nûnerê Serok Barzanî û Mazlûm Ebdî dicivin

Jêdereke nêzîkî Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ji Welat TV re got, Berpirsê Dosyeya Rojavayê Kurdistanê û Nûnerê Serok Barzanî, Hemîd Derbendî îro gihîştiye Rojavayê Kurdistanê û dê li bajarên Hesekê bi Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî û li bajarê Qamişlo jî bi Encûmena Niştîmanî ya Kurdî re bicive.

Roja 8ê vê mehê jî Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bi Serok Mesûd Barzanî re civiyabû û di civînê de dawî rewşa siyasî, ewlekarî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û pêşeroja Kurdan li Sûriyê piştî ketina rêjîma Esed û nêzîkbûna aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatibûn gotûbêjkirin

Back to top button