Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Serokwezîr Sudanî civiya

Di berdewamiya serdana xwe ya bo Bexdayê da, roja duşemê 13.01.2025ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Mihemde Şiya Sudanî Serokwezîrê Iraqa Federal civiya.

Di civînê da pêşkeftin û pêşhateyên nû yên li ser asta Iraq û herêmî gotûbêj kirin û tekezî li ser pêwîstiya piştevaniya Hukumeta Federal û serxistina pêkanîna bernameya hikûmetê, bi awayek ku bersiva daxwazên hemwelatiyan li seranserê welêt bide, kir.

Di mijareke din ya civînê da, pirsên di warê xizmetgozariyan da yên ku têkilî bi berjewendiyên hemwelatiyan ve heye û baştirîn rê ji bo rêxistina berpirsiyariyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, li gorî prensîbên Destûrê û yasayan, hatin gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekezî li ser giringiya hevkarî û hevahengiya hevbeş ya di navbera hemû alî û hêzên siyasî da ji bona rûbirûbûna aloziyan û jiholêrakirina astengiyan di welêt da bi awayekî ku, berjewendîyên hemû pêkhateyên gelê Iraqê bicîh bikin û ewlehiyî, aramî û serweriya neteweyî bihêz bike, kirin.

Back to top button