Serok Nêçîrvan Barzanî beşdarî civîna Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê dibe

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja yekşemê 12.01.2025ê li bajarê Bexdayê, beşdarî di civîna Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê da kir ku, bi amadebûna birêzan Mihemed Şiya Sudanî Serokwezîrê Iraqa Federal û Dr. Mihmûd Mashhadanî Serokê Parlemantoya Iraqê hat lidarxistin
Serok Nêçîrvan Barzanî tevî ku, balkişand li ser maf û şayîsteyên yasayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê, herwesa pesna rola birêz Serokwezîr Sudanî kir ku, di sala borî da ji bo lihevtêgihîştina di navbera Hewlêr û Bexdayê bi cidî xebitiye û hêvî xwest ku, hemû pirsgirêk bi diyalogê çareser bibin. Di vê çarçoveyê da biryar e sibe di navbera her du aliyan da civînek were lidarxistin.

Her wiha birêz Serokê Herêma Kurdistanê nêrîn, xebat û rola Serokwezîr birêz Sudanî ji bo bihêzkirina pêgeha Iraqê û bihêzkirina peywendiyên wê bi welatan ra li ser bingeha berjewendiyên hevbeş bilind nirxand.
Di civînê da tekîd li ser pêwîstiya piştgiriya hemû aliyan ji bo cîbicîkirina bernameya Hikûmeta Federal di hemû waran û her weha piştgiriya reformên darayî û aborî yên hikûmetê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku, tu helwestek siysaî di pirsgirêka mûçeyan da tune ji bilî pirsgirêkên teknîkî ku, ew jî dikare bi rêya diyalogê û lihevtêgihiştinê bên çareserkirin.

Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê daxwaz kir ku, Iraq bi awayekî bi alozî û bûyerên navçeyî û navdewletî ra tevbigere ku berjewendiyên Iraqê biparêze û xwe ji pevçûn û qeyranan dûr bixe. Di civînê da herwesa behsa rewşa Sûriyê hat kirin û tekezî li ser amadebûna Iraqê ji bo piştevanîkirina gelê Sûriyê hat kirin.
Civînê rewşa Rojhilata Naverast û serdanên fermî yên birêz Serokwezîr Sudanî bo gelek welatên dost û gelek pirsgirêkên din gotûbêj kirin.