Nûnerê ENKS di nav şanda opozisyonê de cîh girt
Li gora ku Rudaw radigihîne, di kongreya çareserkirina krîza Sûriyê, Cenêv2, de ku pêr 22ê mehê bi amadebûna şandên 45 welat û rêxistinên navdewletî û şanda rejîma Sûriyê û opozîsyona Sûriyê hatibû lidar xistin, birayar hat dayîn ku îro (24.01.2014) dê dest bi danûstanên rasterast navbera her du aliyên krîza Sûriyê de, bibe.
Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê navê şanda xwe ya danûstanan ku ji 9 kesên sereke û 6 kesên yedek pêk tê aşkere kir.
Li gor ku hevpeymaniyê aşkere kiriye, dê şanda wê ya sereke ji: Ahmed Asî el-Cerab, Luey Safî, Nezîr Hekîm, Enes el-Ebde, Heysem el-Malih, Hemîd Hac Derwîş (Kurd), Suhêr el-Atasî, Bedir Camûs û Mihemed Husam Hafiz bêk tê.
Herwiha her 6 endamên yedek di şand danûstanan ligel rejîma Sûriyê de ji her yek ji: Rîma Filêhan, Îbrahîm Biro (Kurd), Ebdulehed Stêfo, Obêde el-Nehas û Ehmed Çeqel pêk te.
Tevî ku dê çend şareza û pispor di warên siyasî, leşkerî, yasayî û diplomasî jî hevkariya wê şandê bike.
Biriyarbû ku ev danûstanin rasterast bin di navbera şanda opozîsyona Sûriyê û şanda rejîma Sûriyê de, lê li gorî malpera Îlaf ya Erebî, çavkaniyekê tekez kir ku dê her şandek di odeyeke cûda de be.
Kongreya Cenêv2 li ser bingeha daxuyaniya kongreya Cenêv1, ku di 30 Hizêran sala 2012an de hatibû ragihandin, hatiye lidarxistin.
Yek ji xalên sereke di daxuyaniya Cenêv1 de, avakirina hikûmeteke veguhez ku hemû desthilat radestî wê bên kirin, di navbera oposzîsyona û rejîma Sûriyê de, herwiha di kongreya Cenêv2 de piraniya herî gelek tekez kirin ku cî bi cîkirina vê xalê çareseriya krîza ku ev 3 salin li Sûriyê dest pê kiriye, dike.