Nivîsar

Di kurdî de hinek peyvên ku bi daçekê çêdibin

Ez ê li ser daxwaza biraderekî Facebookê, îro li ser hin peyvên ku bi daçekê avadibin û wateya berê tê guhertin, wateyeke nû bo wan  derdikeve holê binivîsin.

Di Zimanê me de hin peyv hene dema ku daçeka ”bê” yan a ”bi”yê dikeve pêşiya wan, wate bi temamî tê guhertin û peyva nû tiştekî din dide fêmkirin. Ev e çend mînak ji peyvên wisa:

HAWAYÊ BÊDAÇEK:

– Aqil: (Aqil taca zêrîn e, li serê her kesî nîne)

– Averû: (Averûtiya mirov, rûmeta mirov e)

– Hêvî: (Hêviya mirov, çeka herî xurt e bo mirov)

– Jîn: (Jîn xweş bi serbestî)

– Mal: (Xanim bi tît e, mal bi çîrt e- Gotina Pêşiyan)

– Mejî: (Mejiyê xwe nade şixulandin)

– Namûs: (Namûs di her tiştê mirov de heye)

– Pere: (Peretê hêvişandî, ne para xwediyê xwe ye)

– Tac: (Tac û teylesan, şan û şerefa mêran)

– Umîd: (Umîda me ji tifalan- E. Xanî)

– Xwê: (Xwiya vî/wî kêm e)

– Xwendin: (Divê her kes xwedanê xwendinê be)

HAWAYÊ BIDAÇEK:

Ev peyv hem dikarin bi daçeka “bê” û hem jî dikarin bi daçeka “bi”yê werin nivîsandin. Lê di nivîsandina bi herdu awayan de, wateyên cuda cuda

derdikevin hole:

– BÊAqil: Yanî aqilê xwe kar nake.

– BIAqil: Yanî aqilê xwe dixe karkirinê.

– BÊAverû: Rûmet pê re tune.

– BIAverû: Rûmet pê re heye.

– BÊHêvî: Hêviya xwe wenda kiriye.

– BIHêvî: Hêviya xwe heye ew tiştê ku dixwaze dê bibe.

– BÊJîn: Jiyana ku ew dijî, ne jiyan e.

– BIJîn: Jiyana ku ew dijî, jiyan e.

– BÊMal: Mala xwe tune.

– BIMal: Mala xwe heye.

(Di stranên folklorî de pir caran “bêmal…” hatiye bikaranîn.

– BÊNamûs: Têgeha namûsa xwe tune.

– BINamûs: Têgeha namûsa xwe heye.

– BÊPere: Pereyên xwe tune.

– BIPere: Pereyên xwe hene.

– BÊTac: Desthelatiya xwe tune.

– BITac: Desthelatiya xwe heye.

 (Ev gotin dikare ji bo taca serê mirovî jî bête gotin)

– BÊUmîd: Umîda xwe wenda kiriye.

– BIUmîd: Umîda filankesî xurt e.

– BÊXwê: Tê de xwê tune, yan ger ji bo xwarinê be: Xwiya tê de hindik e.

– BIXwê: Xwiya tê de hinekî zêde ye (xwêgeztî).

– BÊXwendin: Bêxwendina Kurdan, bû bela serê wan.

– BIXwendin: Bixwendina mirovan jiyanê şên dike.

HAWAYÊ NIVÎSANDINA VAN PEYVAN:

A) Eger ev peyv bi daçeka “bê” û “bi”yê bi serê xwe werin nivîsandin û li dawiya wan peyveke (tîp) lêkerê nebe, hinge weha têne nivîsandin:

– Bêaqil.

– Biaqil.

– Bêaverû.

– Biaverû.

– Bêjîn.

– Bijîn.

– Bêmal.

– Bimal.

– Bêmejî.

– Bimejî.

– Bênamûs.

– Binamûs.

– Bêpere.

– Bipere.

– Bêtac.

– Bitac.

– Bêumîd.

– Biumîd.

– Bêxwê.

– Bixwê.

– Bêxwendin.

– Bixwendin.

A) Lê eger ev peyv bi daçeka “bê” û “bi”yê werin nivîsandin û li dawiya wan peyveke (tîp) lêkerê hebe, hinge weha têne nivîsandin:

– Filankes BÊ averû YE.

– Bêvankes BI averû YE.

– Filankes BÊ jîn E.

– Bêvankes BI jîn E.

– Ez BÊ mal IM.

– Tu BI mal Î.

– Ev BÊ mejî YE.

– Ew BI mejî YE.

– Hin kes BÊ namûs IN.

– Hin kes jî BI namûs IN.

– Tu BÊ pere YÎ.

– Ew BI pere YE.

– Kurd BÊ tac IN.

– Lê Tirk BI tac IN.

– Tu BÊ umîd Î.

– Lê ew BI umîd E.

– Ew BÊ xwê YE (nankor).

– Ev BI xwê YE.

– Ereb BÊ xwendin IN.

– Lê Kurdo BI xwendin E.

Bi hêviya ku ev nivîs ji bo hin biraderan bibe alîkar, her şad û bextewer bin…

(Di vî warî de sergêjiyên kê hebin, ez amade me ku bersiv bidim)

Stockholm 23/ 01/ 2014

Zeynelabidin Zinar

[email protected]

 

Back to top button