Polîtîk

Barzanî û Davutoglu li Davos rewşa Suriye nirxandin

Li Foruma Aboriya Cîhanî li Davos Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li gel Ahmet Davudoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye civiyan. 

Li civînê de komek mijarên wekî peywendiya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye, pêşhatên dawî ya pêvajoya siyasiya Iraqê û pêvajoya Suriye hate nirxandin.

Di derbarê peywendiyan ve her dû alî xweşhaliya xwe derbirîn ku peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye roj bi roj berev pêşve diçê û her dû alî dûpat kirin ku li pêşxistina wan peywendiyan de berdewam dibin, ji ber ku ew peywendî neku her li berjewendiya her dû aliyan daye, belku li berjewendiya hemû herêmê jî daye.

Back to top button