Cîhan

Nûneratiya hikûmetê li Parîsê bi fermî vebû

Êvariya doh înê rêkkefta 25.02.2011ê li bajarê Parîsê paytexta Fransayê, bi amadebûna  Fuad Hisên serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê û Felah Mistefa berpirsê fermangeha pêwendiyên derve yê hikûmeta herêm û Xeman Zirar nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya Firansayê  û hejmareke zêdeyê revenda kurd, di rêwresmekê de nûnerayetiya hikûmeta herêma Kurdistanê li wî welatî hate vekirin.

Di gotarekê de Felah Mistefa berpirsê fermangeha têkeliyên derve giringiya vekirina nûnerayetiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Parîsê xiste rû û tekez jî li ser geşepêdana pêwendiyên dîblomasiyên hikûmeta herêma Kurdistanê digel civaka navdewletî kir. Her wiha giringiya welatê Fransa jî wekî yek ji welatên Ewrupa û girêdana pêwendiya dîrokiya di navbera gelê Kurd û Fransa xiste rû.

Ji aliyê xwe ve Xeman Zirar nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya Fransayê, di peyevkê de bixêrhatina mêvanan kir û giringiya vekirina nûnerayetiya xwe xiste rû û tekez jî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Kyrdistan û Fransayê kir û hêvî jî xwest ku ew digel Konsolosê Fransa yê Hewlêr bibin pira pêşxistina pêwendiyan di hemû waran da û herwesa ji bo xizmetkirina revenda kurd li Fransayê jî bixebitin

Back to top button