Dosya

Hevgirtina me di dema hebûna cudayîyên navbera me de, dibe sedemê pêkanîna xewnên me.


Ev jî teksta vê peyamê ye:

Hemû xelkên herêma Kurdistanê, bi dilgiranîyek mezin li bûyerên van çend rojên derbasbûyî dinerin, ku bûn sedemê jidestxwedana jiyna çend hevwelatîyan. Ez bi xwe destxwedana jiyana her hevwelatîyekî li vê herêma me wek sosreteka mezin dibînim, ku nahê qebûlkirin û nahê pesendkirin.

Di demekê de ku dibe hinek kes bixwazin, sosreta vê bûyerê li gora sûda xwe bi dawî bihînin, ez jî dixwazim nerîna xwe û hemû ewên ku ji Kurdistanê hez dikin, di derbaê dijwarîya van çend rojên derbasbûyî û wan xwepêşandanan de û çawa ew ji rê derxistin şirove bikim.

Bê ku alîgirîya siyasî, oldarî û cihê ji dayikbûnê bihên dîyarkirin, hemû hevwelatîyên Kurdistanê wek hev in û divê li ber qanûnê jî, bi vî awayî dan û standin bi wan re bitê kirin. Hevwelatîyên herêmeka demokratîk jî, ji mafê wan e ku xwepêşandanên aştîyane bikin. Ji mafê hemû kesan e, ku kombûnên cemawerîyên aştîyane encam bidin, partîyên siyasî pêk bihînin û beşdarîyê di hilbijartinan de bikin. Hevwelatî dikarin dengên xwe bidin wan alîyan jî, ewên ku di hukûmetê de nûnerîya wan dikin.

Bê ku alîgirîya siyasî li ber çav bitê girtin, em hemû hevwelatîyên Kurdistanî ne. Dibe em hemû di derbarê çend siyasetên taybetî de ne wek hev hizir bikin û nerînên me di derbarê  awayên karê hukûmetê de ne wek hev bin, belê bi tevî vê yekê em xwişk û birayên hev in. Ji ber vê yekê, divê em rêzê li dezgehên xwe bigirin û prosesa demokratîka herêmê jî wê derfetê dide me, ku em bi awayekî aştîyane dan û standinan bikin û cudayîyên navbera xwe kêm bikin.

Dengê xelkê me biryarê li ser çarenivîsa siyasîya welatê me dide. Nabe ev prosesên han hemû bi tundîyê û dijwarîyê û bi pîkolên neberpirsyarane bêne encamdan, da ku bi rêya hêzê daxwaz bêne sepandin û bi cihanîn. Encamdana karekî weha giringî û giranîya van buhayan kêm dike, ku ew li nik me giring in û hemû mafên dinên ku me wan bi rêya demokrasîyê bi dest xistiye jî, dixe xeterê de.

Ji bilî vê yekê, anarşizim çê dibe yan jî diktatorîyet çê dibe, ku tê de hez û daxwaza kêmberekê biryarê li ser çarenivîsa pirranîyê dide. Hemû xelkên Iraqê jî encamên sistemeka weha, baş dizanin û em bi dilhêsayî dibêjin, ku em li vê qonaxê navegerin. Di biwarê pêkanîna armancên hevpişkên me yên demokratîk de, nabe em wan nirxên bilind ji dest bidin, ewên ku em dixwazin wan biparêzin.

Wek hevwelatî jî, ew berpirsyarî di stûyê me hemûyan de ye, ku em aramî û ewledarîya civaka xwe biparêzin. Ev berpirsyarîya han di stûyê me hemûyan de ye, ku em asayişê û ewledarîyê ji hevwelatîyan re berdest bikin û mal û milkên wanên taybetî biparêzin û rêzê li mafên mirov bigirin. Her di vê çarçoweyê de, divê em bi hev re li dijî her kirdareka dijwar û kesekî birawestin, dema ew pîkolê bike, ku mafê kes û hevwelatîyan ji wan bistîne. Me wek gelê kurd, gelek şer kiriye, gelek nexweşî dîtiye, me zarok, bira, xwişk, dayik û bav ji dest daye û hemû ew pîkol û qurbanîdan jî ji bo pêkanîna aştîyê û azadîyê bûne.

Her ji ber vê yekê, divê em rê nedin ewan kesan, ewên ku dixwazin me bikin dijminên hev an dixwazin pîkolên me yên qanûnî li gora berjewendîyên xwe bi dawî bihînin. Armanca me hemûyan yek e û ew jî hebûna Kurdistaneka bi hêz, demokratîk, aram û pêşkevtî ye. Divê em hemû li dijî dijwarîyê bin û em di vê derbarê de armanca wê û ewê ku li pişt e, li ber çav negirin.

Dema ku avayîyeka hukûmetê yan partîyekê dikeve ber êrîşê de û tê şewitandin, dema ku ziyan digihêjin xwepêşanderan û teqe li polîsan htê kirin, mafên hemû kesekî têne binpêkirin. Kipkirina kanaleka televiziyonî yan kesekî ku nerîneka cuda pêşkêşî xelkê dike, ji me hemûyan re tiştekî nexweş e û divê mafên hemû kesan wek hev bin.

Her ji ber vê yekê, divê em hemû wek civak xwedî yek dengî bin û li dijî kêmbereka radîkal bin. Ewên ku êrîşî xwepêşandanên aram jî dikin, cihê wan di nav civaka me de nîne. Ewên ku dixwazin kanalên medyayê bişewitînin an êrîşî hevwelatîyan bikin, ji ber ku nerînên wan ên cuda hene yan milk û baregeha partîyekê biherifînin an polîsekî bikujin, di nav civakeka azad û demokratîk de, ku rêvebirîya wê li gora qanûnê ye cihê wan nabe.

Her ji ber vê yekê, peyama min ji ewan kesan re ewên ku ji Kurdistanê hez dikin ev e, ku tenê ewên piştgirîya aştîyê dikin bi min re ne. Herkesê ku bixwaze karên dijwar bike yan mafên hinekên din binpê bike, cihê wî li Kurdistanê nîne.

Di maweya van çend rojên derbasbûyî de, gelek kesan piştgirîya xwe ji bo serxistina aştîyê dubare kirin û peyama (Aştî-Aştî)Aştî ya wan jî, ya me hemûyan e. Bila xwişk û birayên me yên ku ji Kurdistanê hez dikin, kar ji bo rêzgirtina ji pêşkevtina aştîya herêma me re bikin. Bila hemû berpirsên siyasî amadebûna xwe ji bo encamdana dan û standinên hêmin, aram û aştîyane û bê cudayî bidin nîşandan.

Bila em hemû bi hev re kar bikin da ku em bigihêjin armancê. Rêya me jî dûr û dirêj e. Divê sazkarîyên siyasî û civakî pêk bên. Divê derfetên nû çê bibin. Divê gendelî nemîne. Êdî li her cihekî jî be, gerek cudayîyên navbera me nebin sedemê parçebûna me, belê divê ew me bi hêztir bikin. Heryek ji me dikare bîr û nerînên xwe pêşkêş bike û em dikarin bi awayekî rêxistî û bi niyazeka baş rikberîyê bi hev re bikin, da ku herêma me ber bi pêş ve biçe. Ev  gewherê demokrasîyê ye. Hevgirtina me di dema hebûna cudayîyên navbera me de, dibe sedemê pêkanîna xewnên me.  
 

Back to top button