Civak

Li silêmaniyê “terorîst“ hatin kuştin

Li bajarê Silêmaniyê grûpeke “terorîst” ji hêla hêzên ewlekariyê ve hat kuştin.

Çavkaniyekê ji Asayişa Giştî (Silêmanî) ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, îro, ji AKnewsê re ragihand,, “Wek me berî niha belav kiribû, çend grûpên terorîstî dixwazin ji sînoran ve bêne nav Silêmaniyê da ku karên xwekujî di nav xwepêşanderan de encam bidin, şeva borî jî grûpek ku ji 5 kesan pêk hatibû xwe gihandine nav bajar.”

Çavkaniyê axaftina xwe wiha domand, “Li gor zanyariyên me yên hewalgiriyê, ew grûp hatibûne nav taxê Kanî Gome û hêzên Dijî Terorê û Birêveberiya Asayişa Silêmaniyê ew grûp dorpêç kirin û pişt ku daxwaz ji wan hat kirin ku xwe radest bikin, yek ji wê grûpê xwe teqand û yên din jî dest bi rûbirûbûnê kirin.”

Çavkaniyê wiha got, “Di encama rûbirûbûnê de, hêzên ewlekariyê karîn her çar kesên din bikujin. Di vê derbarê di dê bîsteke din daxuyaniyeke rojnamegerî bê belavkirin.”

Duhî, bombeke dengî di nav xwepêşanderên li pêşiya Seraya Silêmaniyê teqî û bû sedema birîndarbûna hejmarek kes.

Back to top button