Cîhan

Erbakan jiyana xwe ji dest da

Serokê Partiya Saadetê Necmettin Erbekan wefat kir.Erbakan eve demek bû li nexweşxaneyê dima û rewşa wî ya tenduristî di xeterê de bû. Ev nêzikî du mehbûn Erbakan di nexweşxaneyekî de radiza. Îro di demjimêr 11.40-î de jiyana xwe ji dest da.

Necmettin Erbakan li gel hinek hevalên xwe sala 1971-ê bi damezirandina partiya Nîzam(Milî Nîzam Partisi) dest siyasetê kir, partiya wî demek kin de hate girtin û Erbakan di dewsa wê de MSP ava kir. Sala 1973-ê li gel CHP-ê hukumet ava kir û Erbakan wek cîgirê serokwezîr kar kir.

Herweha piştî 12-ê îlonê cardin bi partiya Faziletê li gel Tansu Ciler hukumet avakir û demekî kin serokwezîrî jî kir. Lê dema leşkeran ew îkaz kirin ji dev hukumetê berda û partiya wî jî hate girtin.

Di siyaseta Tirkiye de kesek bi rengîn bû. Temenê Necmettin Erbakan 85 sal bûn.

Back to top button