Komela kurdî li Spånga komeleyek herî kevne li Stockholmê. Komele ji berî niha 24 sala hatiye avakirin û heta niha jiyana xwe berdewam dike. Gelek kurdên ku li Stockholmê dijîn vê komelê baş nas dikin. Herweha weşana radyokî bi zimanê kurdî “ Radyoya Aşitî “ vê komeleyê ve girêdayî tê kirn. Rêvebiriya Radyo Aşitî rojnemevan Hacî Karduxî dike.

Vê komeleyê di warê civakî de xizmetên gelek hêja kirine û taybetî yek ji wan komeleya ku jina rolek taybet di têde leyiztine û heta sedemê bingehîn ya temenê 24 salan ya jiyana komeleyê xebata jina ye.

Doh li Stockholm kongreya komela Spanga hebû. Piştî kongreyê karê xwe pêkanî û desta rêvebiriya komeleyê hate hilbijartin, şêvek ya ahengiyê pêkanîn. Di vê şevê de hûnermenda kurd Sîdar Yigit, bi dengê xwe yê xweş qevdek stranên kurdî pêşkeşî mêvanên şevê kirin.

Di şevê de rojnemevan Kurdu Baksî, Cemal Batum, seroka Federasyonê Şermin Bozaslan û seroka komeleya jinan Seyran Duran û herweha komek rewşenbîr amade bibûn. Şevek bi nirx derbas bû.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: