Kultur

De bajo gêncê min bajo..

“De Bajo Gêncê Min Bajo…”

Dilsoziyek bi Bavê SALAH re…

Ewrekê…

Ji narevînê wergirtiye rengê bobelatê

Xwe berdayî ser rojavaya dil

Teng kiriye

Cihê buharan.

De vemale  gêncê min

Tarîtiya perdeya wan salan,

Xwe daweşîne ji cobela heyaman,

“De bajo gêncê min bajo…”

Helpanê xwe bixe cirîdê,

Hilgire şûr û mertalê xwe,

Xweş girêde saza xwe,

û berê xwe bide koşka bêbavan.

Bila kor bike toz û kulxana te

Çavsorkên qirêj… û

Devbixwîn.

“De bajo gêncê min bajo…”

Bihejîne bi vedenga hebûna xwe,

Kela mirinê.

Di  rûyê wan de hilde

Tembûra xwe ya ji tiving

û lêxe : “De bajo gêncê min bajo…”

30/1/2011

Ehmedê yûsif

Back to top button