Em jî mirov in rayedarino!
Li navçeya Qosarê ku bi ser Mêrdînê ve ye de, piştî xutbeya înîyê, cimaet û mela bi hev re çûn ber çemê ku di nav bajêr de bûye qansêrek û bangî rayedarên Şaredarîyê û Welayetê kirin.
Bajarê ku Xwedêgiravî şaredarîya wê ev 15 sal in ji alî kurdan ve tête rêvebirin ji ber çemê Zirganê di rewşeke xirab de ye.
Bi ser de … Serê hefteyekê ye ku ava gennî a febrîqeyan jî bi ser çemmî de berdidin û birînê xedartir dikin!
Mela Ethem Ozergînî jî li ser mijarê cimeata xwe da ber hevdû û çû ber çem. Mela wisa axifî : “Ev pirsgirêk, pirsgirêka herî mezin a bajêr e! Em hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin lê belê ji ber ku çu kes guh nade me, keda me li ber avê diçe. Nexweşxaneya bajêr 100 metreyî dûrî vî çemî ye, ku ev çem bi tenê qirêjî û gûyî dihirikîne. Qansêr,qolare û hwd. hemû nexweþî ji vira dizên!”
Pirsgirêk ji hêla gellek kesan ve hate zimên lê belê herwekî ku mellayî jî gotîye, ked li ber avê çû…
Şaredarîya Qosarê(ku kurd e!)
Şaredarîya Mêrdînî
Parêzgeha(Walî) Mêrdînê
Ev her sê sazî divê teqez bi awayekî bi vê birînê çareser bikin!
An na …
Ê sibêro zaroyên camêran bi qirika wan bigirin!
Birûsk Aryan – [email protected]
Qosar/Kurdistan, 26.02.2011a