Bi biryareke siyasî pêşmerge bo Kerkûkê hatin hinartin

Mesrûr Barzanî serokê ajansa parastina emniyeta herêma Kurdistanê (Parastin), bi amadebûna Kerîm Şingarî wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Alex Laskares berpirsê tîma avadaniya hermîya amerîkî li herêma Kurdistanê û Patrik Hanish berpirsê beşê siyasiyê tîma navborî kir.

Şandeya mêvan rola saziyên asayîşê di parastina aramî û îstîqrara herêma Kurdistanê û parastina serûmalê hevwelatiyan bilind nirxand û got ku ji sedemê wê aramiya heye, warê abûrî û pirosesa demokrasiyê li herêma Kurdistanê gelek baş pêşkeftine.

Her di dîdarê de rewşa herêma Kurdistanê, rewşa wîlayetên Mûsil û Kerkûkîê jî hatin nirxandin.
Mesrûr Barzanî di axavtina xwe de behsa rewşa herêma Kurdistanê kir û got:

– Pirosesa demokrasiya herêma Kurdistanê di qonaxeke werçerxanê de ye. Heqê hevwelatiyan e ku di çarçoveyê şerîiyeta saziyên destûriyên herêma Kurdistanê de û bi awayekî aştiyane û dûr ji têkdan û şidetê, daxaza reforman û xizmetgozariyên zêdetir bikin.
– Me rêz û hurmeyteke mezin ji bo wî cemawerê xwe yê xweştivî heye ku ji bona kurdistaneke bihêztir û xizmetgozartiyên zîdetir, bi awayekî medenî û dûr ji têkdan û şidetê daxazên xwe berçav dikin. Lê em bi tu awayî rê nadin ku hindek kes û alî bi navê xwenîşandanan qanûnê bin pê bikin û îstîqrar, aramî û jiyana hevwelatuyan têkbidin.

Serokê ajansa parastina emniyeta herêma Kurdistanê (Parastin) ê ji şandeya mêvan re behsa rewşa Kerkûkê kir û got:
– Grûpek ji kevine Bassiyan, terorîst û ew şovenên ereb ku baweriya wan bi Îraqa nû nîne û dijî mafên destûrîyên hevwelatiyan in, dixwast jiyana hevwelatiyên Kerkûkê bêxine di xeterê de û êrîşî kurdan û saziyên hikumî bikin û îrada Bassiyan û şovenan feriz bikin. Di vê çerçoveyê de, ji bona parastina serûmalê xelkê Kerkûkê û rê girtin li pêşiya terorstî û Bassiyan, bi biryara seroaktiya siyasiya Kurdistanê hêzên pêşmergey bo derdûrên Kerkûkê hatin hinartin. Ew hêzên pêşmerge dê bi hevahengî digel leşkerê Îraqê, polîs û hêzên hevpeymanan aramî û îstîqrara Kerkûkê ji terorêstan û Bassiyan biparêzin.

Nerîna min :