Nêçîrvan Barzanî piştgirî da civîna navbera YNK û Goranê
Cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, diyar kir, divê hemû kes û alî bo arambûna rewşa Herêma Kurdistanê hewl bidin. Nêçîrvan Barzanî, îro piştî serdana Liqê 2 yê PDKê yê Hewlêrê, di civînek çapemeniyê de, diyar kir, êdê ji vir û pê de, divê zêdetir daxwaziyên mirovên feqîr û hejar bên guhdarkirin û wiha axivî: “Ji ber ku ew bûn ku duh li bajarê Hewlêrê, bi kêfxweşî nîşan dan ku rewşa bajêr aram e. Ev çalakiya aştiyane, me erkdar dike ku zêdetir guhdariya gel bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin. Ez bi navê serokê PDKê spasiya xelkê bajarê Hewlêrê dikim.”
Barzanî, spasiya xelkê bajarê Duhokê jî kir û wiha domand, “Ez spasiya Duhokê jî dikim ku duh peyama aramî û dilxweşiyê dan hemû dijmin û neyarên Kurdistanê û daxwaz ji xelkê Silêmaniyê jî dikim rewşa bajêr asayî bikin û bi awayekî aramtir daxwaziyên xwe bînin ziman.”
Cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, derbarê rewşa ewlehiya Kerkûkê de jî, got, “Vê gavê hêzên Pêşmerge bi mebesta parastina rewşa Kerkûkê di amadebaşiyê de ne. Em daxwaz dikin rewşa bajêr pir zû aram bibe.” Barzanî, piştgiriya xwe bo civîna navbera YNK û Goranê nîşan da û got, “Em ji her cure gavên ku bo aramkirina rewşa Silêmaniyê bê avêtin, piştgirî dikin.”
Nêçîrvan Barzanî, bal kişand ser girîngiya rola medya di aramkirina rewşa Kurdistanê de û got, “Divê hemû navendên ragihandinê, bi awayekî rast û berpirsiyar, nêzîkî bûyeran bibin û rola xwe di aramkirina rewşê de bilîzin.” (AKnews)