Daxuyaniya Şamê bangî xelkê kir
Daxuyaniya Şamê belavokek girîng îro belav kir, tê de bangî miletê sûrî hemiyê dike bi taybetî xort ko di ezmûna Misrê û Tûnisê de dane xuyakirin ko ew in yên guhertinan pêk tînin, û ji wan xwest ko bi çalkiyên asîtiyane rabin bi armanca avkirina dewleta sivîl ya dêmokrat.. Herweha bangî hemî hêzên siyasî , kesayetiyên serbixwe, rêxistin û xortan kir ko bi hev re komîteyeke kordînasiyonê ji bo guhertinê damezrînin, bêyî ko tu hêz yan kes yan grûp bêne dûrxistin..Erkê vê komîtê plankirin û bi rê ve birina çalakiyan e û saxlemkirina kordînasiyonê ye..
Herweha di banga Daxuyaniya Şamê de hatiye ko pêwîst e rêjîma sûrî bi berpirsiyariya xwe rabe û gavên mêrane di pirsa guhertina dêmokratîk de bavêje, û ev dikare di rêya diyaloga di navbera hemî partî, hêz, rêxistinên civata sivîl û hêzên civakî û aborî pêk bê..Ev diyalog kare rêya vê guhertina dêmokratîk destnîşan bike û demê jê re deynê, lê ta ko bi timamî ev guhrtin pêk bê milet ji rêjîmê dixwaze ko hinek gavên lezgîn bavêje û pirsên weke:
Berdana hemî girtiyên siyasî, rakirina rewşa awarte û hemî hikmên irfî, çareserkirina pirsa biyaniyên Kurd (yên bê nasname), rakirina qanûna 49 an (li gor vê qanûnê çi kesê endamê Ixwan Muslimîn be tê bidarvekirin), û rê vekirin bo azadiyên giştî, pêk bîne…
Di dawiyê de banga Daxuyaniyê dibêje ko miletê sûrî sûr e li ser bidestxistina azadiyê û avakirina dewleta dêmokratîk û modêrin ya li ser bingihê hemwelatiya wekhev di erk û mafan de..û dibêje ko erkê her kesî ye ko vê xwedêdana nû bê êş derbas bike..Mêranî, zanebûn û canfîdayî gerek e..
Bang bi van gotinan bi dawî tê: Ev kêliya rastiyê ye..Pêşeroja Sûrya bangî miletê wê dike..Silav li wan be yên ko dest pê bikin..
Werger ji Erebî: Rojevakurd