Obama: Aloziyên Lîbyayê ji bo Amerîkayê xeteriyek mezine.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîyayê Barack Obama da zanîn ku aloziyên Lîbyayê li ber ewlekariya netewî û polîtikayê derveyê Emerîkayê xeteriyek mezine.
Obama di derhaqa Lîbyayê de beyannameyek îmza kir û daxuya kir ku armanca kirdarên me yên li hemberê Serokê Lîbyayê Muammer Qaddafî û rêveberiya wî ji ber parastina hebûna xelkê Lîbyayê ye.
Obama da zanîn ku Hikumeta Qaddafî rê û rêbazên hevbeş ya navneteweyiyê xera dike û divê ji kiryarên ku li ser Lîbyayê hatine kirin wekê berpirsyar bihête girtin.
Di çerçoweya îmzakirina kirdarên Obamayê de Hikumeta Emerîkayê dest dan li ser hemî mal û milkên Qaddafî û 4 zarokên wî.
Wezareta Gencîne ya Emerîkayê diyar kir ku kirdarên ku li hemberê Muammer Qaddafî û 3 kur û keçika wî hatiye kirin ji bo Hikumeta Lîbyayê jî bihête kirin