Nûçeanalîz: Wêneyên veşartî li pişt bûyerên Zaxo û Badînan

Roja îniya çûyî 02.12.2011ê, bi pilaneke pêşwext amadekirî, hjmareke xurt û gêncan êrşî dikanên meyfiroştinê, senterên masajê, hotel, gazîno û çend cîyên din yên tûrtîstîkî kirin û ew şewitandin û herwesa çend baregayên Yekgirtua Îslamî jî hatin şewitandin. Her ji destpêka qewmîna wan bûyeran aliyên îslamî hatin tawan kirin. Lê diyar bû pîlaneke mezin û berfireh bû ji bo têkdana rewşa emnî û çanda pêkvejiyanê di navbera netewe, ol û mezhebên cihê de li herêma Kurdistanê ew pîlan hat bû amde kirin.
Hema bêje piraniya siyasetmedar, rewşenbîr, parlamenter, rojnamevan û ksatatiyên din li ser yek xalê hevfikirin ku ew bûyera li Zaxoyê qewimî bûyrek normal nebû, ew pîlaneke bû û destên derve li pişt wan bûyrena hene û bi hindek aliyên îsalmî li herêma Kurdistanê wê pîlanê bi cî tînin.
Yên ku ew pîlan li dijî herêma Kurdistanê amade kirî, gelek bi zanayî, şarezayî û jîrî amade kiriye. Dixwestin li têla herî hesa ya herêmê bidin ku ew jî pêkvejiyana li herêma Kurdistanê ye û aloziyê di navbera netewe, ol û mezhebên kurdistanê yên ku b sale pêkve dijîn çê kirin bi taybetî li devera Badîna û aramtirîn deverê li Îraqê û li herêma Kurdistanê jî.
Lê heta noke ew destê derv ku li pişt wan bûyeran heye bi zelalî ji aliyê tu kes yan alî ve nehatiye diyar kirin û sedem jî, ka çima herêma Kurdistanê û bi taybetî devera Badînan bo aramnc weke pêwîst nehatîne analîzekirin.
Pîlana bo ser herêma Kurdistanê, têkdana rewşa aram û çanda pêkvejanê, pîlaneke du serî ye. Serekê pîlanê ji derveyê Kurdistanê û serekê din yê pîlanê ji navxweyîya herêma Kurdistanê tê.
Di van heyaman de çend pêşkeftin li herêma Kurdistanê çê bûn û Hewlêr weke merkezekê siyasiyê giring li Rojhilata Navîn bi navûdeng bûye.
1- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeya kongreya netewiya kurdên sûrî kir û piştgirriya herêma Kurdistanê ji bo daxazên gelê kurd li Sûriyeyê nîşan da. Helbet wezîrê derve yê Sûriyeyê di gelek minasebetan de gotiye ku yê pêşwaziya opozisyona sûrî bike jê nayê qebûl kirin.
2- Berî demekê Beşar Esed, serokê Kurdistanê vexwandibû ku serdana Sûriyeyê bike. Lê seroka Barznî got ku rewşa sûrî ne misaîde di vê demê de serdana Sûriyeyê bike û ew serdan red kir. Ev jî bo kulek li ser dilê desthilatên sûrî.
3- Serokatiya herêma Kurdisatnê, ji bo amadekariyên kongireyeke netwî ku hemû parçên Kurdistanê beşdariyê tê de bikn komîteyek pêkaniye û amadekariyên sazkirina kongreya netewî ber dawiyê diçûn. Ev yek jî ne li gor berjewendiyên dewletên cîran e. Dewletên cîran xwestin rewşa herêma Kurdistanê aloz bikin ku ew kongreye netewî çê nebe.
4- Serdana serokê Kurdistanê bo Tirkiyeyê ne li gor daxaznê Tirkiyeyê bû û serok Barzanî li Tirkiyeyê got ku divê Tirkiye pirsa kurd bi rêya aşitiyê çareser bike û dev ji metodên leşkerî berde û herêma Kurdistanê di warê leşkerî de bi tu awayî alîkariya Tirkiyeyê nake.
5- Serokatiya siyasiya herêma Kurdistanê roleke mezin dilz ku PKKê û Tirkiyeyê razî bikin agirbesteke domdirêj îlan bikin. Leşker û hindek aliyên siyasîyên tirkî, Îran û Sûriye nxwazin di vê qonaxê de PKK digel Tirkiyeyê agirbet îlan bike. Tirkiye li dijî Sûriyeyê piştevaniya opozisyona sûrî dike. Îran û Sûriye jî dixazin PKK weke alet û zixtekê li dijî Tirkiyeyê bikar bînin.
6- Rola seroaktiya herêma Kurdistanê di çareserkirina pirsgirêkên Îraqê de û bi taybetî giriftariyên navbera Şîye û Sunan de.
7- Herêma herî aram û bi îstîqrar li Îraqê, herêma Kurdistanê ye. Mesîhî û êzidî yên ku ji tirsa şidet û teroroê ji deverên din reviyane qesta herêma Kurditanê kirin û bi aramî jiyana xwe berdewam dikin, ne bes mesîhî û êzidî, bi sedan ereb jî ji naaverast û başûrê Îraqê ji tirsa terorê qesata herêma Kurdistanê kirye. Vê alîkariya herêma Kurdistanê, bi taybetî bo mesîhiyan wesa kir ku Ewropa rola herêma Kurdistan û seroaktiya wê bilind binirxînin û çend careke Papayê Vatîkanê li ser wan helwestan sipasiya serokê Kurdistanê kiriye.
8- Serdana vê dawiyê ya cîgirê serokê Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê û civîan digel Barzanî û tekîdkirina wî ku herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê giringe.
Ji ber van sedemên li jor û gelekên din dewletên cîran bi taybetî Sûriye û hevalbenda wê Îran û aliyên îraqî yên girêdayî Îran û Sûriyeyê destê xwe xistin nav herêma Kurdistanê û bi alîkariya dostên xwe yên navxweyî xwestin rewşa arama herêmaKurdistanê têk bidin.
9- Bihara Erebî ku nuha bûye Bihara Îsalmaî, û serkeftian partiyên îslamî li Misir, Tunis û Marokoyê germatiyek daye partiyên din yên îslamî li Rojhilata Navên. Hindeke aliyên îslamîyên herêma Kurdistanê jî, bi taybetî Yekgirtuya Îslamiay Kurdistanê ketiye bin tesîra Bihara Îslamî û sergerim bûye.
10- Weke me li jor jî got ku dewletên çîran û terefdarên Îran û Sşriyeyê li Îraqê ji bo têkdana herêma Kurdistanê dixebitin, Yekgituya Îslamî jî dixwaze fêdey ji wê kodengiyê werbigire û şensê xwe li herêma Kurdistanê tecrûbe bike. Komela Îslamiya Kurdistanê jî bi awayekî vekirî bi rêya kanalên xwe yên mediyayê piştgiriya Yekgirtuya Îslamî dike.
11- Piştî hatiye yekalî kirin ku di destpêka sala nû de dê PDK hikûmetê werbigire û Nêîçîrvan Barzanî bibe serokwezîrê Kurdistanê, aliyên opozisyonê bi rêya Yekgituya Îslamî, ji ber ku cemawerê wê ji yên din pêtire li Badînan, jo bona ku şertên xwe yên beşdarîkirin di kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê feriz bikin ev aloziye xulqand.
12- Ne bes aliyên opozisyon, lê hindek kes û berprisên nav Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê jî ku, rêkeftineke stratejîk digek PDK heye, ji bo berfirehbûna wan aloziyan rêxweşker bûn. Ev yek jî bi zelalî ji nivîsên Arif Qurbanî rawêjkarê Berhem Salih bo karûbarên ragehandinê û serokê saziya Xendam diyar dibe.
Eve du care aliyên opozisyon bi rêya şidet û aloziyan hewil didin desthilata herêma Kurdistanê bigirin destê xwe. Di 17ê şiwata îsal de li Silêmaniyê bi alîkariya Îranê û hindeke aliyên îraqî, PDK kir hedef û partiyên opozisyonê hewil da bi rêyên ne qanûnî û şeriî hikûmeta herêma Kurdistanê jinav bibin û desthilatê bigirin destê xwe, lê bi serneketin.
Niha jî bi rêya Yekgiruya Îsalmî li devera Badînan dest pê kir û xwestin bi têkdana rewşa arama herêma Kurdistanê û xuliqandima aloziyan navbera netewe, ol û mezhebên herêma Kurdistanê desthilatê bigirin dest. Vê carê jî PDK kirin hedef, lê dîsa jî biser neketin.
Êdî wext hatiye ku aliyên opozisyon siyaseta xwe diberçavan re derbas kin û vegerin ser rêya rast, rêya qanûnû, demokratîk û şeriî. Bi rêya hilbijartin û dengdanan de hewila wergirtina desthilatê bidin.
Nasrat Hacî
07-12-2011